Li Amedê amadekariyên 1'ê Gulanê temam bûn: Rojeva sereke grevên birçîbûnê ye

img

AMED - Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Amedê, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê, ji bo aştî û azadiyê û parastina destkeftiyan her kesî evxwand Qada Îstasyonê.

 
Li Amedê amadekariyên 1'ê Gulanê temam bûn. Wê 1'ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkeran li Qada Îstasyonê saet di 13.00'an de dest pêê bike. Serokê Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Amedê Hasan Hayrî Eroglû, diyar kir ku rojeveke wan a sereke jî çalakiyên greva birçîbûnê ne. 
 
Eroglû, anî ziman ku bi fona betaliyê tê xwestin kardêr û banke bên xelaskirin û bi bikaranîna fona tazmînata kidemî jî mafê wan tê xespkirin. Her wiha Eroglû, diyar kir ku di 3 mehên ewil ên sala 2019'an de li tirkiyeyê herî kêm 392 karker di cinayetên karî de jiyana xwe ji dest dane.
 
Eroglû, bal kişand ser bêedlaetiya bacê jî û destnîşan kir ku ev bar li ser milê karkeran hatiye barkirin. 
 
Eroglû, diyar kir ku ew ê li Qada Îstasyonê der barê bêhiqûqîtî, bêedaletiyê, karkerên ji kar hatine avêtin, talankirina xwezayê û kedxwariyê de peyamina bidin. 
 
‘DIRÛŞMEYA ME AŞTÎ YE' 
 
Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Jimare 1 Abbas Şahîn ku di komîteya amadekar de cih digire, bilêv kir ku wê di 1'ê Gulanê de peyama wan a sereke aştî be û got: "Bêyî aştiyê ne pêkan e ku rewşa aborî û civakî baş bibe. 1'ê Gulanê ji bo me dê bibe 1'ê Gulana ku tovên aştiyê bên reşandin. Wexta aştî bê welatê me em ê bibînin ku pergala çewisîner tesîreke çawa li vî welatî kiriye." 
 
Şahîn, di 1'ê Gulanê de hemû karker û kedkar vexwandin Qada Îstasyonê.