Li Amedê dê 1’ê Gulanê li Qada Îstasyonê bê pîrozkirin

img

AMED – Komîteya Amadekar a Mitînga 1’ê Gulanê ya Amedê starta mitîngê da û dan xuyakirin ku ew ê li dijî binpêkirina mafên sendîkayî, polîtîkayên şer û zext, dê bi daxwaza ked, aştî, azadî û demokrasiyê li Meydana Îstasyonê bin. 

 
Li Amedê starta mitînga Cejna Karkeran a 1’ê Gulanê hat dayîn. Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ku ji saziyên Konfedarasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfedarasyona Senîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK),  Odeya Bijîşkana Amedê û odeyên girêdayî Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirkiyeyê (TMMOB) pêk tê, ji bo mitînga 1’ê Gulanê serî li Walîtiya Amedê da. Piştî serlêdanê Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê li Şaxa Jimara 2’an a Genel-Îş’ê ya girêdayî DÎSK’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Komîteya Amadekar Hasan Hayrî Eroglu axivî û ragihand wan dest bi amadekariyên pîrozbahiya 1’ê Gulanê kirine. 
 
'LI DIJÎ ZEXT, QEDEXE, GIRTIN Û TECRÎDÊ EM BÊN GEL HEV’ 
 
Eroglu da zanîn ku ew ê li dijî geşedanên li welat diqewimin bêdeng û bêbertek nemînin û got: “Em wek her devera Tirkiyeyê dê li Amedê jî 1’ê Gulanê pîroz bikin. Mixabin di salên dawî de li welatê me li dijî kedkar, alîgirên kedê û demokrasiyê ne êrîşên bi zext, qedexe, girtin û tecrîdê didomin. Dîroka 1’ê Gulanê di heman demê de dîroka têkoşîna civakî, wekhevî û azadiyê ye. Ji bo em li dijî hemû neheqiyên li dijî karker û kedkaran dengê xwe derbixin, em ê di mitînga 1’ê Gulanê de bên gel hev. Ji bo em li mafê kesên hatin îxrackirin bigerin em ê werin gel hev. Em ê li dijî kesên otorîter û bi zextan nêzî çareseriya pirsgirêka kurd dibin, em ê ji bo azadiyê, demokrasiyê, aramiyê û ji bo cîhanek bêşer û bê mêtandin, ji bo parastina rûmeta mirovahiyê bên gel hev.” 
 
HER KESÎ VEXWEND MEYDANA ÎSTASYONÊ 
 
Eroglu anî ziman ku ji bo her kes daxwazên xwe yên edalet, aştî, demokrasî, ked û azadiyê bînin ziman vedixwînin qada mitînga 1’ê Gulanê û got: “Em ê li dijî binpêkirina mafên sendîkayî, hewldanên li dijî azadiya îfade û ramanê, polîtîkayên şer û zext, dê bi daxwaza ked, aştî, azadî û demokrasiyê li Meydana Îstasyonê bin.”