Li Qada Taksîmê destûr ji bo 1’ê Gulan nehat dayîn

img

STENBOL - Ji bo ku 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê li Qada Taksîmê bê pîrozkirin, serlêdan hat kirin, lê Walitiya Stenbolê serlêdan red kir. 

Konfederasyona Sendikayên Karkerên Şoreşger a Tirkiyeyê (DÎSK), Konfederasyona Sendikayên Kedkarên Çemawerî (KESK), Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) û Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) ji bo 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê li Qada Taksîmê pîroz bikin, serlêdan kirin, lê Walîtiya Stenbolê serlêdana wan red kir.