Em mûçeyekê ku debara xwe pê bikin dixwazin’

img
EDENE - Serokêr Şaxa SES’ê yê Edenê Mûzaffer Yuksel, diyar kir ku kedarên xizmeta tenduristî û civakî dikin, bi mûçeyên digirin, nikarin debara xwe bikin. Yuksel, da zanîn ku ew mûçeyekê ku mirov pê debara xwe bikin, dixwazin û li polîtîkayên mûçeyek rast bên birêve birin.
 
Endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tendurîstî û Civakî (SES) a girêdayî KESK’ê, di daxwaza nîşaneya 3600, mûçeya bingehîn a ji bo jiyana mirovane û para ji qewet ketinê de, bi israrin. 
kedkarên tenduristî û civakî ji bo vê yekê di mehên debas bûyî de, kampanyek dan dest pêkirin û li 27 bajaran bi giştî 18 hezar îmze kom kirin. Kedkaran ev îmze di destpêka meha Adarê de, ji Serokatiya Meclîsê, Meclîsê û komên partiyan ên di Meclîsê dene re şandin. Lê hikumetê heta niha tu bersiv ne daye vê daxwaza karkeran.  Serokê Şaxa SES’ê yê Edenê Mûzaffer Yuksel, diyar kir ku ew li bendene ku polîtîkayên mûçeyekê ku mirov pê debara xwe bikin pêş bikevin.”
 
‘ME MEHKÛMÊ BIRÇÎBÛNÊ DIKIN’
 
Yuksel, anî ziman ku krîza aborî ya di hemû qadên civakê de tê hîskirin, bi awayekê pir cidî bandorê li civakê dike û wiha axivî: “Li hemberî enflasyonê mûçe heliyane û daxwazên ji bo sererastkirinê jî tên redkirin. Me hemkûmetê birçîbûnê dikin. Gotinên bilindkirina mûçeyên performans û dayinek cuda derewek mezine. Mûçeyên me têra me nakin. Ji ber krîza aborî û bilindbûna enflasyonê, êdî em nikarin debara xwe bikin”
 
‘BILA PERGALA PERFORMANSÊ RABE Û ZEMA XIZMETA FIILÎ BÊ DAYÎN’
 
Yuksel, da zanîn ku ew tim li dijî pergala performansê derketine û wiha bilêv kir: “Ev bêedaletiyê bi xwe re tîne û serkeftina kar xirab dike. Ji ber vê bila pergala performansê rabe û zema xizmeta fiilî bê dayîn. Di heman demê de em dixwazain Qanûna Tundiya di Tenduristiyê de jî bê derxistin.”