Di 6 mehan de ceyran ji sedî 22.6, xaz ji sedî 27 zem kirin

img
ENQERE - Di serdema duyemîn a sala 2018'an de ceyran ji sedî 22.6, xaza xwezayî ji sedî 27  zem bû. EMO têkildarî buhayê ceyran û xaza xwezayî daxuanî da û got: "Di 17 salên îktîdara AKP'ê de ji derziyê heta ta her tişt kirin. 
 
Saziya Îstatîstîkan a Tirk (TUÎK) îstatîstîkên buhayê ceyran û xaza xwezayî ya serdema duyemîn a sala 2018'an aşkere kiri. Li gorî îstatîstîkan di 6 mehên dawî yên 2018'an e ceyran ji sedî 22.6  û Xaza xwezayî jî ji sedî 27 zem bû. Şaxa Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) ya Enqereyê daxuyanî da û xwest ji bo av, xaza xwezayî û ceyranê jî nokteyên firotina tanzîmê bên avakirin. Şaxa EMO ya Enqereyê destnîyan kir ku di 17 salên AKP'ê de ji ta heta derziyê her tişt zem bû.