Serokê Şaxa ZMO: Divê dewlet polîtîka çandiniyê rast bike

img

AMED – Li gorî kamyonvanan sedema buhabûna fêkî û sebzeyan zema mazot, gubre û îlac û krîza aborî ye. Pisporên aboriyê jî xwestin hikûmet û dewlet polîtîkayên çandiniyê ji nûve rast bikin. 

 
Li Tirkiye her ku krîza aborî kûr dibe bandora xwe li ser hemû qadên jiyana welatiyan dike. Qrîza aborî bandora xwe li ser buhayê fêkî û sebzeyan jî kir. Hikûmetê kamyonvan û komîsyonvanên halê hedef nîşan da û li Enqerey Stenbol û Edeneyê nokteyên tanzîmê ava kirin. Her çend hikûmeta AKP’ê li çend bajarên mezin Nokteyên Tanzîmê ava kir û xwest propaganda xwe bike jî gel ji vê yekê bawer nake. Pisporan destnîşan kirin ku bi firotina 2 kiloyan,  ji welatiyên xizan re nabe derman. Welatiyê teqawît Saleyman Çiçekçî yê 64 salî bertek nîşanî buhabûna sebze û fêkî da û wiha got: "Li vî welatî rejîma yek zilamî heye. Ji ber vê yekê mafê kesî bi axive nema. Ez 64 salî me, heta niha min siyasetek wisa nedît. Hemû butçeya welat li şer û xwînê xerç dikin. Kengî xwîn û şer rawestiya û arami û aştî pêş ket wê demê dê her tişt rast bibe. 
 
BERHEMÊ BI 1 TL KIRINE 5 TL 
 
Komîsyonvanê Hala Amedê Murat Dal jî anî ziman ku buhayê berhemekî ji 1 tl derketiye 5 tl û wiha got: "Marola ku bi 50 - 75 qurişî difiroşin li dezgehê bazarê bi 1 TL ye. Lê ger ku ez îro berhem bi 3 TL bistînim û lêçûnê wî jî li ser zêde bikim, bixwaze nexwaze buha zêde dibe. Her ku destekî diguhere buha zêde dibe. Berhemê ku ez bi 3 tl bistînim heta bigêje destê serfkar digêje 5 TL. Ger ku rençber 100 hezar TL zerar kiribe û dewlet 50 hezar TL zerara wî bide, wê demê welatî berhemê xwe erzanî bifiroşe. Lê ger ku dewlet zerara wî nede, rençber neçar e berhemê xwe buha bifiroşe. Ger ku dewlet û hikûmet di aliyê mazot, gubre, tov û îlacê de bibe alîkar wê demê rençber dê erzan bifiroşe. 
 
Serokê Şaxa Odeya Endezyaren Çandiniyê (ZMO) ya Amedê Abdussamed Ucaman, diyar kir ku di demsala zivistanê de mesrefa serayan zêde ye û wiha got: "Ger ku mesref zêde be buhayê berhem jî zêde ye. Derman, gubre û malzeme li ser buhayê dowîz zêde dibe. Rençber jî li gorî lêçûnê buhayê berhemên xwe zêde dike. Hem lêçûna berhem zêde dibe, hem jî jiyan bi xwe buha ye. Êdî welatî xizan dibe û nikarin zêde bikirin. Divê hikûmet û dewlet polîtîkaya çandiniyê biguhere."