Pisporên ewlehiya kar: Karkerên Mîlasê li ber çavan şandine mirinê

img

MUGLA – Pisporan diyar kir ku di bobelata kana madenê ya Mîlasê de pisporên ewlehiya kar nebûne û gotin: “Karkeran li ber çavan şandine mirinê.” 

Li Navçeya Mîlasê ya Muglayê li Kana Madenê ya Feldspatê tat ji çiyê hilweşiyan û 4 karker di bin de man. Ji karkeran yek hat rizgarkirin û 3 karker jî jiyana xwe ji dest dan. Serdozgeriya Komarê ya Mîlasê têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin. Xwediyê şirketê Mustafa Alî Komurcuoglu û rayedarên şirketê Serkan nar û Ozkan Komrucuoglu hatin binçavkirin. Dadgehê her sê rayedarên şirketê jî girt. 
 
Li gorî pisporan ji ber tedbîrên pêwîst nehatine girtin bobelat pêk hatiye û bûye sedema mirina karkeran. 
 
'ÇAVÊ WAN LI KAR E KARKER NE XEMA WAN E’ 
 
Pisporê Ewlehiya Kar Nevzat Çaglar Tufekçî diyar kir ku di kanên madenê yên bi vî awayê de bi rêbaza teqandina dînamîtê tatan parçe dikin û got: “Tevî ku karkeran talûkeya dê tiştek bê serê wan ji rayedaran gotine jî lê bes kesî tedbîr negirtiye. Feraseta xwediyên cihê karên wisa bila kar hebe çi dibe bila bibe ye. Ji ber xemsariyê karkeran jiyana xwe ji dest da.”
 
‘DIVÊ PISPORÊN KAR SERBIXWE BIN’ 
 
Tufekçî têkildarî tedbîrnegirtina ji bo kazayên kar jî wiha got: “Patron girîngiya pêwîst nadin jiyana karkeran. Beriya jiyana mirovan çavê wan li pere û hilberîna zêdetir e. Di vê kana madenê de di asta talûkeyê de bûye. Divê her karkerekî mehê 40 deqîqe perwerde bidîtina. Perwerdehiyê talûkeya kar nadin karkeran. Her wiha erka pisporên ewlehiya kar ku xebatê rawestînin jî heye. Lê ji ber ku ev pispor girêdayî patronan dixebitin û dema kar dide sekinandin ji kar tê avêtin. Kes naxwaze ji karê xwe bibe. Ji ber vê yekê divê pisporên ewlehiya kar ne girêdayî patronan bin û bi awayek serbixwe bixebitin. Li ber çavê çavan karkeran şandine mirinê.” 
 
'BI ZÎHNIYEA SERDEMA NAVÎN DIDIN XEBITANDIN’ 
 
Adîl Eroglu yê salên dirêj teknîsyeniya makîneyê li Sendîkaya Karkerên Enerjî, Av û Gazê ya Tirkiyeyê (Tes-Îş) Nûnertiye Yataganê kir jî anî ziman ku pêşiya van mirinên kar bê girtin û got: “Nirx nadin mirovan. Bi keda erzan dixwazin pir pere qezenc bikin. Feraset ev e. Herî zêde di karê madenê, çandiniyê û înşatê de mirin pêk tên. Rêbaza dînamîtê ya li kanên madenê bi xwe re mirinê tîne. Di kontrola pêkanîna dînamîtan de pirsgirêk heye. Her tim di kanên madenê de mirin pêk tên. Lê kes ewlehiyê ango tedbîrê nagire. Kar didin taşeronên biçûk û ew jî bi erzanî û talûkeya mirinê karkeran didin xebitandin. Yanî mirovan ango karkeran bi zîhniyeta serdema navîn didin xebitandin. Bêyî ku tu tedbîrê bigirin mirovan didin xebitandin.” 
 
'TU HIŞYARIYA EWLEHIYÊ TUNE BÛYE’ 
 
Eroglu da zanîn ku bi taybetî divê dewlet li kanên madenê kontrolên xwe birêkûpêk bîne û lê li gorî wan fêm kiriye û çavdêrî kirin e şirketê li gorî tu rêgezên ewlehiya kar nexebitiye. Eroglu diyar kir ku li qada şantiyeya kar tu hişyariek ewlehiyê û tedbîrê nîne û ev feraseta vê mînakê li tu devera dinyayê nîne. Eroglu got pergala mêtingeriya kapîtalîst a herî hovane niha li Tirkiyeyê tê dîtin. 
 
MA / Nîmet Olmez