8 meh in li benda vekirina bazarê ne

img

WAN - Li Wanê qeyûm bi hinceta "tadîlatê" bazara heywanan girtibû. Sewalvanên ku 8 meh in nikarin biçin bazarê, li derve li der û dorên rê heywanên xwe difiroşin. Sewalvanan diyar kir ku qeyûm dixwaze bazara heywanan bike amûra hilbijartinê û gotin: "Dixwazin me bixapînin, lê em ê nexapin." 

Li Wanê, qeyûm bi hinceta "tadîlatê" bazara heywanan girtibû, lê belê 8 meh in nehatiye vekirin. Sewalvan, li Taxa Bostanîçî ya navçeya navendî Îpekyolûyê li ser rêyêa ku rojê bi sedan wesayît tê re diçin û tên heywanên xwe difiroşin. Sewalvanan bertek nîşanî vê rewşê da û diyar kirin ku ji ber qedexekirina zozanan û bihabûna fiyetên kay êdî nikarin sewalvaniyê bikin. Sewalvanan, destnîşan kirin ku hikûmet dixwaze bazara wan bike amûra hilbijartinê û ji ber vê her diçe rewşa wan xirabtir dibe. 
 
'EM PERÎŞAN BÛNE' 
 
Mûrat Başar got: "Em meydanê dixwazin, lê meydan tune. Em li dor keviran, zinaran heywanan bar dikin. Ev yek zirarê dide heywanan. Kapek, êm, lêçûn hemû ji bêrîka me çûn. Em sewalvan perîşan bûne. Em heywanan dikirin, lê nikarin bifiroşin. Êdî em jî nizanin em ê çi bikin." Başar, polîtîkayên hikûmetê rexne kirin û xwest demildest bazara wan bê vekirin. 
 
‘DIXWAZIN JI BO HILBIJARTINÊ BI KAR BÎNIN' 
 
Habîp Borazan ku 20 sal in sewalvaniyê dike, anî ziman ku hikûmet dixwaze bazara wan bike amûra hilbijartinê û got: "Hilbijartin nêz bûye, li bendê ne. Wê beriya hilbijartinê vebikin û hewl bidin me bixapînin, lê em ê nexapin. Ger şaredarî di dest me de bûna wê halê meydanê ne ev hal bûna. Me yê heywanên xwe li nav rê nedana sekinandin." 
 
Bûrhan Erdek ku 30 sal in sewalvaniyê dike, destnîşan kir ku ji ber ew ji mecbûrî heywanên xwe li ser rê didin sekinandin, gelek caran wesayît li wan diqelibin. Erdek got: "Hema kêlekeke bazarê jî vekirina me yê heywanên xwe bibirana wir. 8 meh e meydan girtiye. Tim dibêjin ji ber tadîlatê. Ji bo vebikin li benda hilbijartinê ne. Wê beriya hilbijartinê vebikin."