RIHA - Dikandarên Serêkaniyê ku piştî êrişên Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê veguherî "girtîgeheke sê aliyên wê girtî" diyar kirin ku ji ber bihabûnê nikarin karê xwe bikin û hewl didin deynên xwe bi krediyan bidin.
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) di meha Kanûnê de bihayên mezaxêran her meh ji sedî 2,93 zêde bûne û enflasyona salane jî ji sedî 64,77. Li gorî hesabên Koma Lêkolînê ya Enflasyonê (ENAGrup) enflasyon di sala 2023'yan de ji sedî 127,21 e. Ji ber enflasyona bilind a ku bandorê li aboriyê dike, di sala nû de zemên nû li dû hev hatin. Ev yek bûye sedem ku ferqa di navbera dahat û lêçûnan de zêde bibe û ji deverên herî zêde bandorê ji krîzê digirin jî yek jê bajarên Kurdistanê ye.
Yek ji van bajaran jî navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ku nêzî sînor e. Serêkaniyê li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Tirkiyê di sala 2019’an de êrişeke berfireh li ser bajarên Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li kêleka Serêkaniyê dabû destpêkirin. Her du cih jî piştî êrişan niha di bin kontrola Tirkiye û komên paramîlîter de ne. Piştî van êrişan Serêkaniyê bi gotina şêniyên wê veguherî "girtîgeheke ji sê aliyan ve girtî."
Li gorî hejmarên fermî nifûsa Serêkaniyê 73 hezar û 305 e. Piştî şerê di sala 2011'an de li Sûriyeyê dest pê kir, gelek Sûriyeyî li vir bi cih bûn. Tevî ku bajarekî li ser sînor e û cihê çandiniyê ye jî, şêniyên navçeyê hem bi krîza aboriyê hem jî bi bêkariyê re rû bi rû ne. Li bajêr aîdî Midûriyeta Giştî ya Karsaziyên Çandiniyê (TÎGEM) milyon û 633 hezar dekar zevî heye û ji van zeviyan 966 hezar jê çandinî yê çandiniyê ye. e. Lê belê berhemên tên hilberandin ber bi Dîlokê ve tê şandin.
Li navçeyê bazara heywanan û Herêma Pîşesaziya Organîze tune ye. Şêniyên bajêr ji bo karên fermî 150 kîlometre rê diçin heya Rihayê. Her wiha ji ber pevçûnên di navbera komên paramîlîter de gelek caran top û hawan li gelek deverên navçeyê dikevin.
Ji ber van sedeman bi taybetî ciwan wekî çar koç dikin bajarên din. Ên herî zêde bandor ji vê digirin jî dikandar in.
DAXWAZÊN DIKANDARAN
Serokê Odeya Dikandar û Sinhetkaran a Serêkaniyê Bulent Çelîk destnîşan kir ku pêvajoya piştî sala 2011'an bandoreke mezin li bajêr kiriye. Çelîk got: "Li bazarê bi qasî 500 dikandarên me hene. Dikandaran di sêgoşeyekê de ne, di korerêyekê de asê mane."
Çelîk anî ziman ku welatiyên li gundên navçeyê dijîn li navenda bajêr danûstendinê nakin û wiha got: "Welatiyên me yên li gundan dijîn ger nêzî Kaniya Xezalan bin diçin wir, ger nêzî wê Wêranşarê bin diçin wir û ger nêzî Qoserê bin diçin wir, danûstendina xwe dikin. Yanî gelê me yê navçeyê jî naçe navenda navçeyê. Pirsgirêkek wiha heye."
Çelîk diyar kir ku rewşa dikandarên navçeyê her ku diçe xerabtir dibe û destnîşan kir ku marketên zincîr û marketên li sînor di bin kontrola komên paramîlîter de hatine vekirin, rewşa dikandaran xirab kiriye. Çelîk bilêv kir ku divê rewşa dikandaran bê başkirin û got: "Daxwaza dikandaran, krediyeke bêfaîz an jî bi faîzeke kêm e."
HERT TIŞT BIHA DIBE
Ramazan Budunê ku li navenda bajêr dikana wî ya tostan heye anî ziman ku salek e li bajêr dikandariyê dike. Budun da zanîn ku berê li Stenbolê tost çêdikirin û wiha got: "Li Stenbolê her tim sîrkulaysonek hebû. Bihayê kirê û jiyanê li wir bihatir e. Lê ji vir rihettir e. Derfetên aborî yên li vir kêm in. Ez hêvî dikim ku sala 2024'an ne wekî 2023'yan be."
Budun bal kişand ser bihabûnê û wiha got: "Destpêkê bihabûn çênebû. Dûre bihayê sotemeniyê zêde bû. Bihayê vê yekê jî bandor li berheman kir. Bihayê berheman herî kêm ji sedî 35 hat zêdekirin. Dûre zêdebûna enflasyonê bandor li berheman kir. Ji ber vê yekê me jî ji mecbûrî fiyet biha kirin. Me di serê dalê de tişştên ku bi 40 lîreyî stendibûn dan bi 1230 lîreyî."
DEYNÊ XWE BI DEYNAN DIDE
Yunus Ertenê ku li navenda çarşiyê dikana wî heye, diyar kir ku ew siberojê baş nabînin. Erten anî ziman ku her roj fiyet biha dibin û wiha got: "Em bi deyn didin. Eger ne bi deyn be em ê nikaribin kar bikin. Deftera me ya deynan tije bûye, mixabin li ortê pere tune ye. Ji ber ku hêza kirînê tune ye, her kes berê xwe dide deynan. Ew deyndarê me ye, em deyndarê cihên din in. Çerxeke bi vî rengî heye. Em bi van deynan jî heqê krediyên xwe didin."
Erten wiha got: "Di serê sala 2023'yan de hêkek bi lîreyekê bû. Di dawiya salê de bihayê wan bû bû 4 lîre. Serê sala din jî bihayê qoliya hêkan 30 TL bû, lê niha bûye 120 TL. Ger em li navçeyekê di rewşeke wisa xerab de bin, xwedê zane bê yên li bajarênd in di çi halî de ne."
MA / Ceylan Şahînlî