AMED - Hayrûllah Oren ê ku ev 35 sal in simîdfiroşiyê dike û di nava gel de bi navê “Simîda Diaxive” tê naskirin, bal kişand ser rewşa aborî û wiha got: “35 sal in ez vî karî dikim, lê niha ez poşman im, xwezî min tiştekî din bikira.”
Krîza aborî ya roj bi roj ber bi xerabiyê ve diçe, li ser gelek beşên civakê û pîşeyan bandoreke neyînî dike. Hemû jiyana civakê bi mijara aboriyê ve mijûl in û hewl didin debara xwe bikin. Yek ji wan kesan Hayrûllah Oren (52) ku li Amedê dijî, ev 35 sal in bi firotina simîdan debara xwe dike. Oren anî ziman ku ew li Amedê bi navê "Simîda Diaxive (Konuşan Simit)" tê naskirin û nikare debara xwe bike. Oren ê ku bavê 3 zarokan e, bi tepsiya simîdan a li ser serê xwe digire ji taxa semta Kûrûçeşme ya navçeya Rezanê heta semta Dîclekent a navçeya Peyasê digere û ji bo debara xwe bike têdikoşe. Oren ê ku bi gotina "Simîda diaxive hat" dikeve qehwexaneyan, zehmetiyên xwe yên aborî vegot.
‘BI ZORÊ TEPSIYEKÊ DIFIROŞIM’
Oren anî ziman ku ew berê danê sibê ji xew radibû û du tepsiyên simîdan pir rehet difirot. Oren diyar kir ku îro bi zorê tepsiyekê difiroşe û got ji ber ku êdî kes simîdan nastîne, ew serê sibê dernakeve. Oren destnîşan kir ku tenê li ber deriyê saziyeke dewletê simîdfiroş dikarin firotinê bikin û wiha got: “Ez danê nîvro derdikevim qehwexaneyan û bi slogana ‘Simîda Dipeyîve’ simîdên xwe difiroşim. Diçim qehwexaneyan û wiha dibêjim; ‘Simîdên diaxive, simîdên diaxive; zazakî diaxive, kurmancî diaxive, li pêş diaxive, li paş naaxive. Ji serê Balikçilar, ji ava Anzelê, ji Deriyê Nû, ji taxa Lale Bey, ji destê Abdurrahman Usta, ji zimanê Xeyrî Usta û ji firinê teze derketiye.”
‘MA EZ BELAŞ BIFIROŞIM?’
Oren da zanîn ku 35 sal in vî karî dike û êdî gelekî wî dide zoriyê û got ku êdî hatiye wê astê ku nikarin debara xwe bikin. Oren destnîşan kir ku mala wan ne kirê ye, lê mala ku ew têde dijî xerabe ye. Oren da zanîn ku ew neçarin ku li wê malê bijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berê simîd erzan bûn û her kesî dikirî. Simîd 50 qûrîş bû, milet derdixist 10 lîre didan û digotin ‘bila yê mayî bimîne’. Niha simîdek 10 lîre ye, em bi 8 lîreyan jî difiroşin, lê dîsa her kes dibêje 'gelek e'. Ma ez wê belaş bifiroşim? Ez bi 4 lîreyan dikirim. Heke ez bi 7 lîre û nîv bifiroşim ez ê 350 lîreyan qezenc bikim. Ma ez dikarim bi 350 lîreyan malê têr bikim? 35 sal in ez vî karî dikim, lê niha ez poşman im, xwezî min tiştekî din bikira. Heke ez hemûyan biqedînim dê 500 lîre ji min re bimîne. Divê ez yek ji wan jî bi erzanî nedim. Ez bi 4 hezar lîreyan 120 simîdan dikirim. Sermayeya wê 480 lîre ye. Divê ez tepsiyê tevî bifiroşim ku hezar lîre jê derbikeve û ez heqê xwe yê rojane bi dest bixim. Lê kes nikare bikire, dibêjin, ‘ma 10 lîreyan simîd heye?’.”
‘SEDEMA KRÎZÊ HIKÛMET BI XWE YE’
Oren diyar kir ku sedema krîzê, hikûmet bi xwe ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev krîz ji aliyê kesên ku me birêve dibin pêk tê. Heke ne wisa bûya, min ê heta niha tepsiya xwe qedandiba. Heke her tişt erzan bûya ev yek pêk nedihat. Em dizanin, lê kes ji vê yekê re nabêje 'bes'e. Xwezî ev bihabûn biqediyaba û her tişt baş bûbûya. Qeyda min ya sîgortayê sala 1996 e. 3 hezar û 550 rojên min hene, heke 6 hezar hebûya ez ê malnişîn bibûma. Ez çawa dikarim ji bo malnişîn bibim vê sîgortayê bidim? Berê sîgortaya min hebû, lê êdî ew jî tune. Ez dikarim heta 65 saliya xwe bijîm? Ez ê êdî li aliyê din meaşê axretê wergirim.”