ŞIRNEX - Yûsûf Ataman ê ku 50 sal in li Elkê sewalvaniyê dike, anî ziman ku ji ber astengiyên leşkeriyê û bihabûna fiyetan hatine asta ku dest ji sewalvaniyê berdin.
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) li Şirnexê, 610 hezar û 270 serî pez hene. Li navçeya Elkê jî ji ber ku li herêmên çiyayî çandinî nayê kirin, tekane çavkaniya debarê ya mirovan sewalvanî ye. Li navçeyê Zozanên Feraşînê yek ji cihên herî girîng ê sewalaniyê ye. Di havînê de Şirnex û navçeyên wê yên din, Êlih, Mêrdîn û Sêrt heywanên xwe tînin vir.
Welatiyên li navçeyê, ji ber şert û mercên dijwar ên hewayê zivistanê heywanên xwe di axurande xwedî dikin. Welatî ji bo karibin zivistanê heywanên xwe di axurande xwedî bikin ji niha ve dest bi stokkirina ka, ceh û giya kirine.
2 ŞIVAN LI BER HEYWANAN E
Li Elkê Yûsûf Ataman (78) ku 50 sal in sewalvaniyê dike, anî ziman ku ji niha ve amadekariyên zivitanê dikin. Ataman anî ziman ku ji ber ku li navçeyê karekî din tune ye her kes ji mecbûrî sewalvaniyê dike û got ku li Elkê du serdemên sewalvaniyê hene. Ataman da zanîn ku bi hatina havînê re heywanên xwe dibin zozanan û got ku her havîn nêzî 20 malbat heywanên xwe tînin cem hev û 2 şivanan digirin. Ataman ev tişt gotin: "Şivan 5 mehan li zozanan li ber heywanên me dimînin. Em ji bo her şivanî mehê 20 hezar TL didin. Ji xeynî vê xwarin, vexwarin, cixare û kincên şivan jî ji kîsî me ne. Zozanên me li Çiyayê Qato Marînosê ne."
ASTENGKIRINA ZOZANAN
Ataman bilêv kir ku di 5 mehên li zozanan de bi şîrê heywanan rûnê nivîşk, mast û penêr çêdikin û bi firotina van berheman debara xwe dikin. Ataman diyar kir ku penêrê wan ê bisîrîk ji ber tahma xwe li her deîr belav bûye û got ku havînê kîloya penêr bi 150 TL'yî û niha jî bûye 200 TL. Ataman destnîşan kir ku li herêmê şîr û penêr pir nayê firotin û got ku her kes ji xeynî lazmatiya xwe penêrê mayî difiroşe.
Ataman anî ziman ku havînan herî zêde ji ber binkeyên leşkerî yên li heêrmê hatine avakirin û ragihandina "herêmên ewlehiya taybet" zor û zehmetiyê dikişînin û wiha pê de çû: "Heya 10 sal berê jî zozanên me pri xweş bûn. Paşê li her derî noteyên leşkerî ava kirin. Êdî em nikarin bi rihetî tevbigerin. Car heya çûnhatina me tê astengkirin. Gava heywan nêzî deverên leşkerî dibin, destûrê nadin. Berê me li çiyê ku bixwesta, me heywanên xwe dibir wir lê êdî em nikarin çiya û zozanan jî bi kar bînin."
BIHABÛNÊ
Ataman bilêv kir ku bi hatina payizê re ji zozanan daketine û êdî dest bi amadekariyên zivistanê kirine û got: "Em heywanên xwe 5 mehan li zozanan xwedî dikin. Gava em mihan li axuran xwedî dikin, em rojê 3 danan êm didin wan. Em kayê dikirin. Par me tona kayê bi 2 hezar û 500 TL'yî dikirî, lê îsal bûye 4 hezar û 500 lîre. Niha min ji bo 40-45 mihan 12 ton ka stendiye. Min bi 54 hezaran ka kirî. Li gel vê min ceh jî stend. Me par tona ceh bi 3 hezar û 500 lîreyî dikirî, lê îsal min bi 6 hezaran kirî. Gava fiyetê kay û ceh biha dibe, fiyetê heywanan jî biha dibe. Par me mihekê bi 2 hezar û 500 TL'yî difirot, lê îsal bûye 5 hezar TL. Ji ber mesrefên zêde êdî em nikarin sewalvaniyê bikin. Her tişt ji sedî sed biha bûye."
BÊRÎVANTÎ
Kaz Cîn (64) jî anî ziman ku ji zarokatiya xwe ve bêrîvantiyê dike û got ku bi hatina havînê re berê xwe didin zozanan û li wir konê xwe datînin û 4 mehan dimînin. Cîn wiha axivî: "Em serê sibehê zû radibin. Em heywanên xwe didoşin. Em şîrê xwe hildgirin û tên konên xwe. Em bi şîr rûnê nivîlk, mast û penêr çêdikin. Paşê em nanê xwe çêdikin. Em nava konan rast dikin. Em heya êvarî dixebitin. Gava dibe êvar em car din miha didoşin. Gava dinya sar dibe heywan li zozanan dimînin, lê em datên nava bajêr. Lê em û bêrîvanan wesayîtan kirê dikin û mehekê tên zozanan heywanan didoşin. Gava zivistan bê jî em heywanan di axuran de xwedî dikin."
MA / Omer Akin