Dikandarên Bazara Penîr a Baglarê: Ji bo çareseriyê divê desthilat bê guhertin

img
AMED - Dikandarên li Bazara Penîr a Baglarê firotinê dikin, bertek nîşanî rewşa aborî dan û wiha gotin: “Êdî em nikarin debara xwe bikin, ji bo ev rewş were çareser kirin divê desthilat bê guhertin.”
 
Krîza aborî ya li Tirkiye û bakurê Kurdistanê her ku diçe kurtir dibe û hêza kirîna welatiyan jî ber bi kêmbûneke micid ve diçe. Zêdebûna bihayê xwarinên herî bingehîn dibe sedem ku welatî dest vala vegerin. Bihayê penîrê ku yek ji xwarinên bingehîn e jî ji meha cotmehê û vir ve li pey hev zêde dibe. Komeleya Xwediyên Şîr, Goşt û Gamêşên Tovî (TUSEDAD) lêçûna hilberîna lîtreyek şîrê xav di meha cotmehê de weke 13 lîre û 10 qûrîş eşkere kir. Dema ku kar jî li vê lêçûnê hat zêdekirin, hat diyarkirin ku divê lîtreyek şîrê xav herî kêm bi 15 lîre û 72 qûrîşan bê firotin. Dikandarên Bazara Penîr a Baglarê ya navçeya Rezan a Amedê jî diyar kirin ku ew weke berê nikarin firotinê bikin û pêwîstî bi guhertina desthilatê heye.
 
‘GEL ALTERNATÎFAN DIGERE’
 
Dikandarê bi navê Îsmaîl Guneş ku ev nêzî 35 sal in dikandariyê dike, destnîşan kir ku ew berhemên xwezayî difiroş e û berhemên wî tev ji gundan tên. Guneş, anî ziman ku wan 5 sal berê berhemek bikalîte û erzan difirot, lê niha hem giran hem jî bêkalîte difiroşin û wiha got: “Tiştek wisa çêbûye ku êdî gel nikare tiştên bikalîte bistîne. Sedema vê yekê jî rewşa wan a aborî ye. Rewşa wan têra nake ku berhemên xwezayî ango organîk bistînin û ji xwe re alternatîfan digerin, yên erzantir dixwazin. Gava gundî jî vê tiştê dibihîzin, rûnê wê kêm dikin hwd. Kalîteya berheman dikeve. Gundî jî pirsgirêkên aborî pir dijîn. Nikarin ji bo sewalên xwe êm bistînin. Niha torbeyek êm bûye 550 lîre, par 150 lîre bû. Pirsgirêkên ku gundî dijîn, bandorê li me jî dike.”
 
‘DIVÊ DESTHILAT VÊ PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKE’
 
Guneş, bi domdarî wiha got: “Em kîloya penîr 180 lîreyan dikirin û 200 lîreyan difiroşin. Rêjeya karê me 20 lîre ye. Weke berê firotin nîne. Salên çûyîn me di rojê de 200 kîlo penîr difirot, lê niha ev rêje 50 kîlo ye. Hêza standinê ketiye. Karê me qet nîne, xebata me niha ji bo derbaskirina mehane ye. Ev pirsgirêk, pirsgirêka desthilatê ye û divê ew çareser bikin.”
 
‘TAMA BERÊ NEMAYE’
 
Dikandar Emre Çelîk anî ziman ku ji sala 1988'an û vir ve weke malbat karê penîr dikin û got ku penîrê wan hilberîna wan e. Çelîk, diyar kir ku ew jî, ji sala 2017’ê û vir ve bi vî karî re mijûl e. Çelîk, da zanîn ku tama berê di karê wan de nemaye û axaftina xwe wiha dirêj kir: “Li Amedê yewmiyeya ku karmend distînin diyar e. Lewma nikarin 200 lîreyan bidin penîr. Dema em lê dinêrin gel xwedî hêza kirînê nîne. Dema em li mûçeyan dinêrin kesên teqawîd 7 hezar û 500 lîre distînin. Li Amedê kirêya xanî 8 hezar lîre ye. Ev gel wê çi bixwin û çi vexwin?”
 
‘RÊJEYA QEZENCA ME JI SEDÎ 14’Ê DAKET JI SEDÎ 3’YAN’
 
Çelîk, bal kişand ser guherîna rêjeya wan a van salên di dawiyê de û wiha berdewam kir: “Çîna navîn jî kêm bûye. Dewlemend nayê li Sûka Penîr a Baglarê danûstandinê nake. Ji ber ku bikirên me piranî ji çîna navîn in, em li vir mexdûr dibin. Rêjeya qezenca me ji sedî 13-14’ê daket ji sedî 3’yan. Ji ber ku berê me penîr bi 20 lîreyan difirot, me 3-5 lîre qezenc dikir û ji sedî 25 qezenca me hebû. Lê niha ji penîrê ku em bi 200 lireyî difiroşin 10 lîreyan qezenc dikin, qezenca me dadikeve ji sedî 3’yan. Di dawiya mehê de em sîgortaya xwe bi zorî radizînin. Her wiha ji me re tu daxistina ceyranê jî nakin. Em li serê her dikanekê 5 hezar lîre fatureya ceyranê didin. Ceyran, sîgorte, xwarin û vexwarin hema bibêje 20 hezar lîre diçe. Divê em rojê herî kêm 750 lîre qezenc bikin ku em bikaribin debara mala xwe bikin. Lê encam diyar e. Em deyndarê qertên krediyê ne. Em li ser deynan dixebitin, em hewl didin ku valahiyan bigirin.”
 
‘JI BO ÇARESERIYÊ GUHERTIN PÊWÎST E’
 
Çelîk anî ziman ku ji bo çareseriya aboriyê guhertin pêwîst e û got ku banga wan ew e ku dahat û lêçûnên welêt bi awayekî wekhev bên dabeşkirin. Çelîk bi domdarî wiha got: “Weke gelê Amedê û esnafan em gazinan dikin ku ji bilî hilbijartinê tu rayedarên dewletê nayên vir û pirsa me nakin. Ez bawer nakim ku welat tenê bi zêdekirina bacan baştir bibe. Ji bo ku ev pirsgirêk ji holê rabin tişta ku bê kirin diyar e, şert tenê guhertin e. Dibe ku guhertineke radîkal jî çêbibe. Wezîrê aboriyê yê niha, berê aboriya Tirkiyeyê bi rêk û pêk bi rê ve dibir, lê îro nikare bi rê ve bibe. Ji ber ku haya wî jî heye ku keştî binav dibe.”
 
‘ÎRO BIHA 200 BE, DÊ SIBÊ BIBE 210’
 
Dikandarekî din ê bi navê Bahrî Kûrt jî axivî û anî ziman ku beriya 3-4 salan rewş baştir bû, lê niha ber bi xerabûnê ve diçe. Kûrt, destnîşan kir ku rewşa mirovan bi rastî xerab e û hêza kirînê nîne. Kûrt, axaftina xwe wiha domand: “Dahat û lêçûn ne wek hev in. Her roj bihayê penîr bilind dibe, îro bûye 200, sibe dê bibe 210. Em nizanin kî van zêdekirinan dike, herkes li gorî daxwaza xwe bilind dike. Em deyn li pey deynan dikin. Em qet nikarin ji wî deynî xilas bibin. Bi rastî rewş xirab e. Em ji mirovan re dibêjin kîloya penîr 200 lîre ye, ew lê dinêrin û diçin. Bi sed lîreyan derdikevin û difikirin ‘Em ê çi bikirin?’. 20 lîre zeytûn û 30 lîre penîr dikirin û serê xwe xwar dikin. Çima hûn serê xwe ditewînin, bila kesên ku hûn xistine vê rewşê şerm bikin. Penîr û zeytûn wek hev in, 2 kîlo penîr 400 lîre, kîloyek zeytûn jî 160 lîre ye. Hûn ê çawa bistînin?”
 
‘EM Ê DEST JI SEWALKARIYÊ BERDIN’
 
Sewalkar Fûat Kizilboga (71) ku em di bazarê de rastiyê wî hatin, anî ziman ku ew penîr difiroşe dikanên li vir, lê ji ber zemên hatine kirin ew jî nikarin debara xwe bikin. Kizilboga, da zanîn ku ew ê êdî dest ji xwedîkirina sewalan berdin û wiha berdewam kir: “Ji ber vê giraniyê ji miletê me gelekan dest jê berdan e. Êm gelekî biha bûye û em jî êdî vî karî nakin. 10-15 çêlekên min hene, lê mesrefa xwe dernaxîne. Ev 20 sal in ez vî karî dikim, lê her sal ez paş ve diçim. Ez li gund dijîm, neçarim ku yan sewalkariyê yan jî cotkariyê bikim. Cotkarî jî vala ye. Sed donum garisê min hebû û 250 milyar mesref lê çû. Min jî, jê hilgirtiye 300 milyar. Ka ez ê çawa vî karî bikim? Sewalkarî jî heman e. Ji niha û pê ve jî em ê ji xwe re karekî din bibînin. Me 5 sal berê kîlo 5 milyonan difirot û têra me dikir. Niha 100-110 milyonan didim, lê dîsa jî têra me nake. Çi banga min ji bo kesî jî nîne, ez ê dest ji karê sewalkariyê jî cotkariyê jî berdim. Debara me pê nabe.”
 
MA / Bazîd Evren - Eylem Akdag