RIHA - Li Qerejdaxê cotkar ji ber DEDAŞ û bazirganan û zarokên li nav zeviyan dixebitin jî ji ber germê û şert û mercên kar, bi gilî û gazinc in.
Li herêma Qerejdax a Sêwrega Rihayê, li gor agahiyên cotkaran îsal nêzî 50 hezar donim firingî hatine danîn. Cotkaran anî ziman ku lê ji ber ku li herêmê tim ceryan tê birîn îsal firingiyên xwe baş av nedane. Cotkaran bilêv kir ku li bendê bûn serê donimê 10 ton firingiyan berhev bikin, lê ji ber baş av nedane serê donimê 3-4 ton bi dest wan ketiye. Zarokên li nav zeviyan dixebitin jî, ji ber germa havînê û şert û mercên xebatê bi gilî gazinc in.
Li gundê Sofîce yê navçeyê 500 dinim firingî hatiye çandin. Firingiyên hatine çandin di vê germahiyê de ji aliyê zarokan ve bi kêran tên jêkirin. Firingî piştî hişk dibin, di kîsan de tên bicihkirin. Paşê jî wekî yên hişk bi TIR'an ber bi Îzmîrê û herêma Egeyê tên şandin û ji vir jî ber bi Ewropayê ve tên îxrackirin.
ZAROKÊN TÊN XEBITANDIN
Kesên li nav zeviyan dixebitin bi piranî temenê wan di navbera 9-17 salan de ne. Ji van zarokan A.Î. yê 12 salî diyar kir ku şert û mercên xebatê pir giran in û got: "Hevalên min ji xwe re dilîzin, lê ez di bin vê germê de firingiyan jê dikim. Tenê ne firingiyan, carinan em destê xwe jî dibirin. Ji ber ku em bi kêrên mezin firingiyan jêdikin, carinan kêr li destê me jî dikeve. Em destê xwe bibirin jî, ji ber ku vir nexweşxane tun ye em xwe bi xwe birîna xwe dicebirînin. Em potikan li destê xwe dilefînin. Em nikairn biçin nexweşxaneyê. Heya niha min 7-8 caran destê xwe biriye."
SERÊ QASEYÊ 5 LÎRE
A.Î. diyar kir ku ji ber ku li vir DEDAŞ tim ceryanê dibire ava cemidî bi dest wan nakeve û got: "Em di vê germê de ava germ vedixwin. Ev şert û mercên me yên xebatê jî giran dike. EM rojê çi qas firingiya hûr bikin em ew qasî pere qezenc dikin. Ez rojê 40 qase firingî hûr dikim. Serê qaseyê 5 lîre bi dest me dikeve. Ez rojê li dor 200 lîreyî qezenc dikim. Ez ji 10 saliya xwe ve dixebitim. Ez pereyê xwe didim malbata xwe, ji bo kincan ji min re bikirin."
‘ÊN DIXEBITIN EM IN LÊ YÊN QEZENC DIKIN BAZIRGAN IN'
Xwediyê erd Marûf Kaçmaz (32) jî anî ziman ku di vê germê de rojê 13 saetan dixebitin û got ku lê tevgerên DEDAŞ'ê şert û mercên wan ên xebatê dijwartir dikin. Kaçmaz destnîşan kir ku ji ber qutbûyîna ceryanê berhemên wan di nava erd de xera dibin û got: "Me gelek mesref kir. Lê yên bi dest me ketin firingiyên xerabe bûn. Bi piranî zarok dixbeitin. Em firingiyan hişk dikin û difiroşin bazirganan. Bazirganê kîloya wan bi 60 lîreyî dikirin, lê li Îzmîrê bi 90 lîreyî difiroşin. Ên dixebitin em in, lê yên qezenc dikin bazirgan in. Divê em kîloya wan ne bi 60 lîreyî, bi 75-80 lîreyî bifiroşin. Ji ber ku em nikarin qezenc bikin, em nikarin heqê keda zarokan jî tam bidin. Ger wiha bidome, em ê nikaribin vî karî bikin."
‘EM BI HESRETA ÎSKANEKE AVA CEMIDÎ NE'
Şeyhalî Kaçmaz (39) jî bilêv kir ku di dema çandiniyê de tu dermaneke kîmyewî bi kar neanîne û got ku 10 sal in vî karî dikin. Kaçmaz bal kişand ser liv û tevgerên DEDAŞ'ê jî ku tim ceryana wan dibire. Kaçmaz da zanîn ku firingî li nava erd bi 3 lîreyan e, lê li bazarê bi 15 lîreyan têf irotin û got: "Ne em, navbeynkar qezenc dikin. Ên tahbê dibînin em, ên dixwin ew. Em pir zehmetiyê dikişînin. Ji berhevkirinê hey hişkirinê em hemû karê xwe di binî vê germê de dikin. Fiyetê xwê di salekê de du qatan zêdetir bû. Par tona xwê hezar lîre bû, lê niha 2 hezar û 500 lîre ye. Tekane daxwaza me bila çareyek ji DEDAŞ'ê re bê dîtin. Tiştên me yên di sarincan de xera bûn. Em bi hesreta îskaneke ava cemidî ne. Meseleya me ya herî mezin DEDAŞ e."
MA / Emrûllah Acar