'Heta em venegerin ser karê xwe em ê li ber xwe bidin’

img

STENBOL – Karkerên taşeronî yên ji Şaredariya Beşîktaşê ya CHP’î hatin avêtin ku bi daxwaza “Em karê xwe dixwazin” li ber şaredariyê çalakiya dest bi çalakiyê kiribûn, çalakiya wan didome. Karkeran got: “Em li vira ne û heta em venegerin ser karê xwe em ê li ber xwe bidin.” 

Li Stenbolê nêzî 30 karekerên taşeronî bi hinceta “lêpirsîna ewlehiyê” ji Şaredariya Beşîktaşê ya CHP’î hatibûn avêtin. Piştî karker ji kar hatin avêtin bi daxwaza “Em karê xwe dixwazin” li ber şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya karkeran didome. Karkeran bertek nîşanî Şaredariya Beşîktaşê ku her roj hinek karkeran ji kar derdixe dan û gotin: “Ka digotin em demokrat in. Tu sûcekî me jî tune ye, lê me ji kar avêtin û çav berdan nanê me.” 
 
Karker Sînan Îskender got: “Di meha Nîsanê de 2 salên min li şaredariyê qediyan û belaheq û belasebeb em ji kar avêtin.” Îskender diyar kir ku bi awayekî derhiqûqî ew ji kar avêtine û got: “Tu hincetek wan tune bû ku me ji kar bavêjin. Ji me re gotin we lêpirsîne ewlehiyê derbas nekir. Bi awayekî sîstematik avêtina ji kar dest pê kir û carekê me dît ku va em li ber derî ne.” 
 
‘EM TAŞERON BÛN, LÊ DÎSA JÎ KAREKÎ ME HEBÛ’ 
 
Îskender bi bîr xist ku gotina “Em soz didin ku em ê karkerên taşeron bikin kadro” ên Serokomar Erdogan bi bîr xist û diyar kir ku ev gotinên wî ne rast in. Îskender destnîşan kir ku her çend ew taşeron bûn jî, lê dîsa karkerî wan hebû. Îskender diyar kir ku karkerên ji Şaredariya Ataşehîrê jî bi heman awayî ji kar hatin avêtin, lê belê ji ber têkoşiyan vegeriyan ser karê xwe. Îskender got: “Em jî li vira ne û heta em venegerin ser karê xwe em ê li ber xwe bidin.” Îskender bang li hemû karkeran kir ku bi hevdu re bitêkoşin. 
 
 
Karker Erkan Pelît jî destnîşan kir ku ew bi KHK’ya Jimare 696’an ji kar hatine avêtin û got: “Ji bo em nanê xwe bi dest bixin me li ber şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Rayedarên şaredariyê bi tu awayî bi me re nabin muxatab. Herî dawî gotin dê roja pêncşemê hevdîtin bê çêkirin, lê belê em pir pê nebawer in.” Pelît diyar kir ku dema berê ew ji kar hatin derxistin, wan li ber xwe da û vegeriyan ser karê xwe û got: “Niha jî me ji kar avêtin. Ew ê karê me nedin me. Em ê bi têkoşîn û berxwedanê karê xwe bi dest bixin. Ji bilî karê me tu daxwazek me tune ye.” 
 
Alî Delî ku tevî malbata xwe li ber şaredariyê di çalakiyê de ye got: “13 salin di Şaredariya Beşîktaşê de dixebitim. Heta niha der barê min de girtenameyek, lêpirsînek jî tune ye. Lê belê niha kaxezek xistin nav lepên me û me bi KHK’ê ji kar avêtin.” Bavê du zarokan Delî got: “Xaniyê min bikirê ye. Zarokek min diçe dibistanê û betal im. Heta niha bi awayekî me debara xwe dikir. Lê niha ka ez ê çawa heqê kirê bidim. Wê malbata min li kuçeyê bimîne. Gotin kadro kadro, lê me ji kar avêtin. Ew soz hemû derew bûn.” 
 
Zeynep Delî ku tevî hevjînê xwe di çalakiyê de cih digire jî diyar kir ku der barê hevjînê wê de giliyek jî tune ye, lê belê dîsa jî ew hatine mexdûrkirin. Delî bi lêv kir ku ji bilî derew û xapandinê tu tişt nayê kirin. 
 
MA / Elif Çetiner