Hikûmet dibêje ‘krîz tune ye’, esnaf dibêjin li holê ye

img

EDENE – 1 Dolar 4 TL û 1 Euro 5 TL derbas kir. Ji ber zêdebûna qûrên dowîzî, rewşa aboriyê xirabtir dibe û ev yek tesîrê li esnafan dike. Esnafên ku hindik mane ji ber vê rewşê derabeyên xwe deynin, ji bo daxuyaniyên hikûmetê yên “krîz tune ye” gotin “krîz li holê ye”. 

Li Tirkiyeyê dolar û Euro serî berdane û her diçe TL bêqîmetir dikin. Yek ji sektorên ku herî zêde ji vê rewşê tesîrê digire jî sektora otomotîvê ye. Ji ber ku piyaseya vê sektorê li ser dowîzê ye, ji ber zêdebûna qûrên dowîzî yên dawî, esnafên vê sektorê hindik mane derabeyên xwe deynin. 
 
‘EM JI BÊRÎKA XWE DIXWIN’
 
Tevfik Şahînê ku 25 salin li sîteya pîşesaziyê karê kirîn-firotina perçeyên otoyan dike, anî ziman ku ji ber zêdebûna dolar û Euro rewşa piyaseyê ne tu rewş e. Şahîn diyar kir ku ji ber polîtîkayên hikûmetê rêjeya qezenca wan a di serê perçeyekî de hema bêje daketiya ji sedî 10’an. Şahîn, destnîşan kir ku ji ber zêdebûna qûrên dowîzî ew êdî nikarin tu karî bikin. Şahîn, got niha ji dêvla ku ew pereyan qezenc bikin, perên di bêrîka xwe de xerc dikin û ji bo li ser piya bisekinin li ber xwe didin. Şahîn got. “Her çend rayedarên dewletê bibêjin zêdebûna dolar û ewuro bandorê li piyaseyê nakin, lê belê rewşa piyaseyê ne tu rewş e.” 
 
Şahîn, bi lêv kir ku krîza aborî herî zêde îsal xwe nîşan daye. Şahîn diyar kir ku rayedarên dewletê diyar dikin ku zêdebûna dolar û Euro bandorê li piyaseyê nakin, lê belê ev daxuyanî û gotinên wan ne rast in. Şahîn, destnîşan kir ku wisa dixuyê dê zêdebûna dolar û Euro nesekine û got: “Mirov ji ber bac û qûran nikarin wesayîtan bikirin. Yanî dema mirov qezenc nekin, hûn jî nikarin qezenc bikin.” 
 
‘EM SERFETIHÊ JÎ NAKIN’ 
 
Mahmût Dara ku 40 salin esnafê sîteya pîşesaziyê ye, destnîşan kir ku ji ber zêdebûna dowîzan piyase serobino bûne. Daran, bi lêv kir ku êdî ew nikarin tiştekî jî bifiroşin. Dara got: “Dowîzê zêde dibe, lê karê me jî kêm dibe. Malê me duh bi 2 lîreyan dikirî, niha bi 5 lîreyan e. Mirov nikarin perçeyên erebeyên xwe bikirin. Ji ber em nikarin kar bikin, em nikarin pereyên malên em dikirin jî bidin. Dema mirov nede çi dibe? Bi bazdan berê xwe de krediyan an jî kartên krediyan. Karê me zêde ketiye. Bawer bikin roj heye em serfetihê jî nakin.” Daran anî ziman ku ew nizanin dê çi bikin, destnîşan kir ku gotinên hikûmetê yên der barê aboriyê de ne rast in.
 
Dara got: “Niha rewş ne tu rewş e. Em nizanin dê çi bibe. Rewşa aboriyê berbat e. Hikûmet diqîre dibêje ‘aborî wisa ye, aborî wiha ye.’ Lê ev gotin ne rast in. Esnaf perişan bûne. Li vê sîteya pîşesaziyê nêzî hezar esnaf hezan, hemû jî hemna tiştî dibêjin.” Dara destnîşan kir ku gel perîşan bûye.
 
MA / Ergin Çaglar