'Bi Nexweşxaneyên Bajar re nexweş mîna muşteriyan tên dîtin'

img

ÎZMÎR – Hevserokê Şaxa SES'e ya Îzmirê Dr. Fatih Surenkok, diyar kir ku bi pergala Nexweşxaneyên Bajar re bêtir ked erzan dibe û wiha got: "Bi pêşxistina pergala Nexweşxaneyên Bajar re îktîdar nexweşan wekî muşterî û rayedarên tenduristiyê jî wekî bazirganan dibîne." 

Li Tirkiye piştî OHAL hat îlankirin û şûnde di her qadên jiyanê de binpêkirina mafên mirovan zêde bû. Bêtir mirov hatin binçavkirin û girtin. Karker û karkend ji kar hatin avêtin û betal man. Di qada aborî de pirsgirêk zêdetir bûn. Di milê tenduristiyê de jî binpêkirina mafên personelên tenduristiyê û nexweşan ji destê wan tê girtin. Hevserokê Şaxa Sendikaya Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Îzmîrê Fatih Surenkok, diyar kir ku bi taybetî piştî pergala Nexweşxaneyên Bajar ketin meriyetê, li dijî sozên hikûmetê, êdî nexweş weki muşterî û xizmetkarê tenduristiyê jî wekî tucar tê dîtin. 
 
‘ZÊDEYÎ 40 KESAN ÎNTÎHAR KIR'
 
Surenkok, anî ziman ku piştî OHAL hat îlankirin û şûnde bê navber der barê xizmetkarên tenduristiyê de lêpirsîn tên vekirin û wiha got: "Bêyî îxbaran lêkolîn bikin kesan ji kar dûr dixin û îxrac dikin. Dr. Çetîn bi giştînameya Wezareta Tenduristiyê ji kar hat dûrxistin. Ev hevalê me li nexweşxaneya lê kar dikir sewqî întîharê kirin. Salek şûnde piştî întîharê der barê dûrxistina kar de biryara bêşopandinê da. Lê diviya bû beriya dûrxistinê rêveberiya nexweşxaneyê lêkolîn kiribûya. Piştî OHAL û KHK'yan ji ber îxracan zedeyî 40 kesan întîhar kirin. Ji bilî vê yekê gelek kesên hatin îxrackirin û xwestin derkevin dervê welat, di deryayê de xeniqîn. Krîza dil derbas kirin. Li Tirkiye di 16 salên dawîde hêjmara polîklînikan 4 qat zêde bûn. Êdî xebatên tenduristiyê nikarin vî barî rakin. Ji ber polîtîkayên tenduristiyê êdî nexweş wekî muşterî û xizmetkarê tenduristiyê jî wekî bazirgan tên dîtin. 
 
DI 10 DEQÎQEYAN DE 2 NEXWEŞAN MUAYINE DIKIN
 
Surenok, da zanîn ku ji ber polîtikayên Wezareta Tenduristiyê ya performansê li hekîman ferz dikin ku her yek di 10 deqîqeyan de 2 nexweşan muayine bikin. Her çend hekîm dizanin bêyî ku muayine bikin recete binivîsin suc e jî dîsa neçin receteyan binivîsin. Nexweşxane êdî kirine wekî navenda bazirganiyê. Wan neçarî radyasyonê dikin û sewqî bikaranîna îlacên zêde dikin. Di nêzîkatiya nexweşan de bêtir serfkirinê ferz dikin. Li nexweşxaneyên bajar ked zêde ye, lê qîmeta kedê tune ye. Barê li ser personelan bêtir giran dibe. Derfetên ku personel bêhna xwe bide tune. Di milê beden, ruh û fîzîkî de westan çê dibe. Bêtir xebat û bêtir fermons tê xwestin." 
 
Surenok, da zanîn ku wekî TTB û SES anî ziman ku ew dê teşîrkirina polîtîkayên AKPê berdewam bikin û xwest hemû rêxistinên ked, tenduristî û rêxistinên civakî bi rêxistin  tev bigerin û di nava şêwirmendî û piştevaniyekê de bin.