Nanê xwe ji keviran derdixin, lê şer karê wan asteng kir

img

HATAY – Lîma Buyukasim li çiyayên bi ser navenda Antakyayê ve keviran tînin diqewêrin û nanê xwe ji keviran derdixe. Buyukasim diyar kir ku bi operasyona Efrînê re êdî nikarin kar bikin û ji ber turîst nayên karê wan sekiniye. 

Li navçeya Antayka ya Hatayê Lîma Buyukasim (46) li gel birayên xwe derdikeve çiyayan û kevira tîne li atolyeyê qewartinê dike û nanê xwe ji keviran derdixe. Buyukasim anî ziman ku hunera qewartina keviran ji bavê hîn bûye û ew pîşeya bavê xwe didomîne. Buyukasim diyar kir ku bi vê pîşeyê xwe û 7 birayên xwe mezin kiriye û got: “Yek ji karên herî zehmet jî karê karê qewartina keviran e.” 
 
Buyukasim wiha behsa karê xwe kir: “Em diçin çiya van keviran kom dikin û tînin malê. Hemû kevir nayên çêkirin. Kevirên em berhev dikin, kevirê sempantîn e. Bi vî navî tên nasîn. Dema em tînin ewil paqij dikin û pişt re em kîjan fîgûrê bixwazin çêdikin. Fîgurên em çêdikin an ê mirovek di dîrokê de tê nasîn an jî fîgurê havan e. Ji qewartina keviran em çakûç, birek û amûrên birînê bikar tînin.” 
 
‘EM NEÇARIN VÎ KARÊ ZOR BIKIN’ 
 
Buyukasim da zanîn ku ji zarokatiya xwe ve vî karî dikin û wiha got: “Piştî em keviran çêdikin, difiroşin tomerîfiroşan. Bi salan me firot tomerîfiroşan, bêguman ev li pêşiya kara me asteng bû. Tomerîfiroşan van keviran dibirin gelek deverên Tirkiyeyê û cihên turîst lê pir bûn. Ji ber ku me bi tomerî difirot zêde qezanca me nedibû. Serê ewil me pereyek baş qezenc dikir. Dema me vî karî dikiri ji bavê xwe re em dibûn alîkar. Ji bo debara xwe û malbatê em neçarin vî karê zehmet bikin.” 
 
‘HAVÎN Û ZIVISTANÊ TURÎST HEBÛN’ 
 
Buyukasim bal kişand ser şerê li kêleka wan Sûriyeyê diqewime û got: “Bi taybetî bi operasyona Efrînê re karê me hat asta sekinandinê. Piştî operasyonê kes nikare kar bike. Turîst jî êdî nayên bajêr. Ev kevirên em çêdikin bêtir turîstan dikirî. Ji ber ku êdî turîst jî nayên em nikarin keviran bifiroşin. Êdî karê me nabe. Beriya niha havîn û zivistanê ev der tije tûrîst dibûn. Lê niha em turîstan nabînin. Ev demek dirêj bû kar ketibû, lê di vê pêvajoyê de qet kar nabe. Em hatine ber topavêtinê. Heke turîst neyên em ê dîsa neçar bibin, keviran bifiroşin, tomerîfiroşan. Tenê derdê me ew e ku dîsa tûrîst bên vê derê.”