Li Sûriyeyê şer li Hatayê qirîz

img

HATAY – Li Hatayê her kêlî şerê li Efrînê tê hîskirin. Ji ber rewşa şer esnaf bêzar bûne. Esnaf Alî Arat diyar kir ku bi operasyonê re karê wan sekiniye û got: “Berê rojê 10-12 otobus turîst dihatin, lê niha mehê otobusek jî nayê.” 

Li Sûriyeyê 7 sal in şer dewam dike û yek ji bajarên herî zêde ji vî şerî bandor dibe jî bajarê Hatayê ye. Hatay yekemîn car e bi qirîzek wiha aborî re hevrû maye. Hemû esnaf û gelên Hatayê ji vê qirîzî para xwe girtine. Yek ji sektora herî kevnare ya herêmê ku bandora xwe ji şer girtiye jî cawê hevrîşmê ye. Yek ji çavkaniyên debarê ya herî girîng a herêmê cawê hevrîşm e. 
 
Hosteyê cawê yê berê Alî Arat bi salan e li navçeya Samandagi diyar kir ku bi operasyona Efrînê re şer derketiye astek bilind û ev yek li ser wan bandorek neyînî dike. Arat anî ziman ku şer karê wan xelas kiriye û di demên dawî de kes herêmê ziyaret nake û karê wan nabe. Arat da zanîn ku sektora cawê ji ber şerê li Sûriyeyê nabe û got: “Berê ev der gelek bala turîstan dikişand. Berê rojê 10-12 otobus turîst dihatin, lê êdî mehê otobûsek jî nayê. Ji ber şer kes newêre were vir ziyaret bike. Esnaf di rewşek zor de ye. Lê ji ber em ji karê xwe hez dikin, em ê bidomînin.”