Bazirganên sînor: Li deriyê sînor zordariyê li me dikin

img

AGIRÎ – Li Deriyê Sînor ê Gurbulakê ambargo li ser ambargoyê datînin ser kesên bazirganiya sînor dikin.  Beriya niha bazirgan her roj diçûn û dihatin, lê niha şertê di mehekê de 10 roj derbas bibin anîn pêşiya wan. Bazirganan diyar kir ku dest datînin ser malên wan û wiha gotin: “Li derî qanûnê zordariyê hene.” 

Li Deriyê Sînor ê Gurbulakê ya li navçeya Bazîda Agiriyê, karê bazirganên sînor her roja ku diçe ne baş dibe. Bazirganên bi pasaportê her roj diçin ji xwe re kelûpel dikirin, di demên dawî de bi gelek zext û pêkanînan re rû bi rû ne. Beriya niha ev bazirgan her roj diçûn û dihatin. Bi kelûpelên dianîn 30 TL pere qezenc dikin. Ev bazirgan bi pêkanîna kotayê, dê di mehekê de tenê bikaribin 10 rojan biçin û bên. Ji ber van pêkanînên dawî, bazirgan û esnafên navçeyê top avêt.
 
‘QANÛNÊN ZORDARIYÊ ANÎNE’ 
 
Ji van bazirganan Hasan Çoktîn diyar kir ku mehê çend caran di sînor re derbas dibe, ji ber karê sînor 30 TL’yî qezenc dike û pêkanîna ambargoyê rewşa wan zehmet dike. Çoktîn anî ziman ku berê her roj derbas dibû karek baş dikir û êdî di mehekê de tenê 10 rojan destûra tê dayîn ku ew biçin û wiha got: “Pêkanîna kotayê çûn û hatina me daxist 10 rojan. Di her çûnehatinê de em 3 pakêt cixare û 5 kîlo şekir tînin. Peywîrdarên sînor bi fermana qeymeqam şekirê ku em tînin, bi darê zorê ji me distînin. Ev pêkanîna li ser me pêk tînin qanûna bi darê zorê ye.” 
 
DIXWAZIN WAN JI HÊZÊ BIXIN
 
Hat diyarkirin ku ji bo rûpelên pasaportê zû xelas bibin berê 4 caran mohr dikirin, lê niha 2 caran mohr dikin. Ji ber vê yekê bazirgan neçar dimînin ku pasaportê zû biguherînin. Bazirganan da zanîn ku di her guhertina pasaportê de 115 TL pere radizînin û armanc vê jî ew e ku wan ji hêzê bixînin. 
 
'LI HERÊMÊ BAZIRGANÎ XELAS BÛYE’ 
 
Ji esnafên Pasaja Ehmedê Xanî Serhat Baş destnîşan kir ku, her roja derbas dibe karê wan xerabitir dibe û wiha got: “Ez ji 2013’an ve li vê sûkê esnafiyê dikim. Bi dawîbûna pêvajoya çareseriyê re karê me jî xelas bû. gel nikare tiştekî bikire. Debara gelê herêmê bi giştî li ser pişta bazirganiya sînor e. Lê ev 2-3 salên dawî ne li tevahiya navçeyê aloziya aborî heye. Bazirganî xelas bûye û mirov nikarin debara xwe bikin. Gelek esnafan topavêt. Ji ber van pêkanînên li sînor bandorek neyînî li ser karê me jî tê kirin.” 
 
‘AŞTÎ PÊK WERE DÊ ABORÎ JÎ BAŞ BIBE’ 
 
Baş bendewariyên esnafan wiha anî ziman: “Beriya daxwazên başbûna aboriyê, em daxwaz dikin ku nêvenga aştiyê dubare dest pê bike. Çunkî destpêka hemû pirsgirêkan pêvajoya şer e. Dê pirsgirêk jî bi nêvenga aştiyê re xelas bibin. Gel û esnaf ji pêvajoya pevçûnan aciz e. Em aştî û çareseriyê dixwazin. Heke aştî pêk were dê aborî jî baş bibe.” 
 
MA / Mujdat Can