'Ji Brezîlyayê bi keştiyên zilmê û nexweşiyê tînin Tirkiyeyê'

img

MÊRSÎN – Parazvanên mafên ajalan bal kişand ser polîtîkaya "goştê erzan" a hikumet ji Brezîlyayê îthal dike, keştiyên ku sewalan tînin wekî "Keştiyên zilm û nexweşiyê" pênase kirin û gotin ku tenduristiya mirovan di xetereyê de ye.

Hikumeta AKP'ê di çarçoveya polîtîkaya "goştê erzan" de, 100 hezar sewalên zindî ji Brezîlyayê îthal dike, 25 hezar û 175 sewalên di keştiya NADA'yê de, di 22'yê Sibatê de xwe gihand Bendera Mêrsînê. Di dîmenên ku hatin parvekirin de, tê dîtin ku sewal di tevahiya rê de di cihekî bê tenduristî û qirêj de anîne û  îşkence li sewalan kirine. Berî ku keştî li Brezîlyayê bikeve rê, heyetekê di keştiyê de lêkolîn pêk anî û aşkera kir ku bazirganiya sewalên zindî li dijî qanûna parastina sewalan a welat e û di vê der barê de Dadgeha Federal a Brezîlyalê agahdar kir, xwest bazirganî bê rawestandin. Lê piştî balyozxaneya tirk ket dewrê, biryara dadgehê bi biryareke siyasî betal kir.
 
AKTIVÎSTÊ MAFÊ AJALAN : KARESAT E
 
Aktivîst û rojnameger Zulal Kalkandelen diyar kir ku AKP bazirganiya sewalên zindî di çarçoveya "goştê erzan" de bi rêve dibe û ev tişt got: "Heta niha hejmara ku me xwe gihandiyê 100 hezar lewalên zindî ne. Ew qas sewal deryayan derbas dikin tên Tirkiyeyê. Ev rewş hem di war^'e tenduristiya sewalan û ewlehiya wande, hem jî di warê tenduristiya mirov û derûdorê de karesat e. Ev rewşa nayê qebûlkirin."
 
‘DIVÊ EV BAZIRGANIYA HOVANE BI DAWÎ BIBE’
 
Kalkandelen, bi lêv kir ku di destê wan de belge hene ku sewal bi çi rewşê re rû bi rû dimînin, xwest hikumeta Brezîlyayê vê "bazirganiya hovane" bi dawî bike û wiha got: "Divê hikumeta Tirkiyeyê jî vê bazirganiya hovane bi dawî bike. Divê raya giştî ya Tirkiyeyê jî di vî warî de serwext be." 
 
‘DIVÊ SEWAL WEKÎ MAKÎNE NEYÊN DÎTIN'
 
Teknîkerê Baytar ê Koordînasyonê Komîteya Şopandina Mafê Sewalan Burak Ozguner, destnîşan kir ku sewal ji rêyek dirêj tên, ji ber wê birîndar dibin û enfeksiyonê digirin, xwest sewalan wekî makîneyê nebînin. Ozguner bi lêv kir ku prgala sînîr a sewalan jî heye û wiha axivî: "Ew jî êş û stresê dizanin, ekî mirovan e. Ji ber wê wekî ku sewal tiştekî hîs nakin, neyên destgirtin. Li gorî rapora ku pêşkêşî dadgeha herêmî ya Brezîlyayê hatiye kirin, ev sewal di cihekî metreyekî de tînin. Sewalan li ser hev tînin Bendera Mêrsînê."
 
‘KEŞTIYA ZILIM Û NEXWEŞIYÊ’
 
Ozguner derbirî ku sewal di şertên zehmet û ne tenduristî de tînin Tirkiyeyê, ev gefan li tenduristiya miorvan dixwe û wiha axivî: "Ev keştiya zilim û nexweşiyê ye. Ev keştiya di sala 1993'yan de hatiye çêkirin û li gorî rapora heyeta teknîkê, keştî ne li gorî sewalan e." Ozguner anî ziman ku dadgeha herêmî ya Brezîlyayê xwestiye keştiyê vala bike, lê balyozxaneya tirk a li Saa Paulo ketiye dewrê û biryara dadgehê rawestandiye.
 
Ozguner bi lêv kir ku dê 26'ê Sibatê de keştiyeke din jî bê û got ku ji bo ev bazirganî bê rawestandin, ew ê parlamento, burokrasiyê jî bixin dewrê û têkoşîna xwe dewam bikin.
 
MA / Haci Yusuf Topaloglu - Cemîl Ugur