Dev Yapi-Îş: Agirê S.A. dê we jî bişewitîne

img

STENBOL - Dev Yapi-Îşê bal kişand ser S.A. yê li ber Meclisê agir berda xwe û ev tişt got: "Divê ew patronên ku me mehkûmê van şertan dikin û bi xwe di qesran de dimînin, vê bizanibin ku ev hêrsa ku îro zirarê dide xwe, dê sibê we jî bişewitîne."

Sendîkaya Karkerên Înşaet û Rê ya Avahiyê ya Şoreşger (Dev Yapi-Îş), bal kişand ser karkerê bi navê S.A. yê li ber Nexweşxaneya Meclisê ya 50 metreyî nêzîkî TBMM'ê û aşkera kir ku ev agirê ku S.A. şewitandiye dê patronan jî bişewitîne û ev tişt got: "Karkerê ku got 'ez debara xwe nakim' li ber deriyê Meclisê agar berda xwe. Patronên çav birçî yên her derê welat veguherandin şantiyeyan, bi alîkariya desthilatdariyê bi bê arî mezin dibin. Ji ber van polîtîkayan karker di warê aborî de hêj zêdetir xizan dibin û mehkûmê mirinê dibin."
 
Dev Yapi-Îşê aşkera kir ku ew ê jiyanek layîqê mirovan û şertên baş ên kar saz bikin û xwest karker yekitya xwe saz bikn û li dijî mirinan bigirin.