KESK’a Kocaeliyê: Di 14'ê Çileyê de em li Qada Azadiyê bin

img

KOCAELÎ – Platrorma Şaxên Kocaeliyê ya KESK'ê, ji bo mîtînga 14'ê Çileyê dê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bê lidarxistin, banga tevlêbûnê kir. 

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), dê di 14'ê Çileyê roja Yekşemê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bi dirûşma "Ne OHAL demokrasî" mîtîngê li dar bixe. Platforma Şaxên Kocaleliyê ya KESK'ê ji bo beşdarbûna mîtîngê li avahiya TUMBEL-SEN'ê daxuyanî da. Daxuyanî Berdevkê Demî yê KESK'a Kocaeliyê Erdal Karakuş xwend.
 
‘NE HIQÛQ NE DEMOKRASÎ MA’
 
Karakuş da zanîn ku OHAL'ê li Tirkiyeyê hiûq ji holê rakiriye, bi îlankirina OHAL'ê re xwestine makeqanûnê serwer bikin, lê ji armanca xwe derketiye û ev tişt got: "Desthilatdariya AKP'ê dixwaze bi KHK'an şekil bide civakê. Li holê ne hiqûq û ne jî makeqanûn ma. Demokrasî jî hat rakirin."
 
Karakuş diyar kir ku mirov avêtine ber lepên mirinê û wiha pê de çû: "Fonên bê kariyê yên ku divê li bêkaran bên belavkirin, bi rêya KHK'ê li sermayedaran belav dikin. 50 karkeran dawî li jiyana xwe anî. 2 hezar karkerên endamên DÎSK'ê, 4 hezar û 372 kedkarên cemaweriyê yên endamên KESK'ê, 3 hezar û 342 dadger û 3 hezar endezyar, avahîsaz û plansazên endamên TMMOB'ê îxrac kirin. Kesên tenê ji bo vegerin karê xwe çalakiyên greva birçîbûnê pêk anîn, hatin girtin. Mirov avêtin ber lepên mirinê."
 
Karakuş herî dawî got ku divê li dijî rejîma yek zilamî xwedî li demokrasiyê derkevin û ev bang kir: "Divê her kes di 14'ê Çileyê de tev li mîtînga 'Ne OHAL demokrasiyê' be." Karakuş aşkera kir ku dê di 14'ê Çileyê saet di 12.00'an de li ber Mala Gel a Îzmîrê û rawestgeha Îstasyona Petrolê ji bo çûyîna mîtîngê maşîneyên wan wabin.