Karker mexdûr kirin

img

RIHA – Serokê Giştî yê KAŞÎP'ê Hakan Aydin, sererastkirina kadro ya taşeronî ku bi KHK'ê anîn rexne kir û diyar kir ku tiştê jê dihat payîn xwe nedaye der û kesên nebûne kadroyî hatine mexdûrkirin. 

Serokê Giştî yê Komeleya Karkerên Taşeron ên di Cemaweriyê de Dixebitin (KAŞÎP) Hakan Aydin, diyar kir ku sererastkirina têkildarî kadrokirina karkerên taşeronî ji milyon û 800 hezar karkerî tenê milyon û 20 hezar karker hebandine û kêmasiyên biryarên ku hikûmetê wergirtine hene. Aydin, destnîşan kir ku bi taybetî karkerên di Teşebusa Îktîsadî ya Cemaweriyê (KÎT) de dixebitin nehatine kadrokirin û karkerên derî vê biryarê mane hatine mexdûrkirin û ew ê bi têkoşîneke rêxistinî hewl bidin ku hemû karker bibin kadro. 
 
Aydin bi lêv kir ku biryarên hatine dayîn tişta ku dihat payîn bi cih neaniye. Aydin diyar kir ku karkerên mayî jî li benda kadroyê ne û wiha domand: "Ev heval heke bi awayekî rêxistinbûyî bitêkoşin dikarin vî mafî wergirin. Ji bo ev heval jî bibin kadro, em ji bo xebatan bi her awayî amade ne." 
 
Her wiha Aydin ji bo ezmûna ku dê karker jê berpirsiyar bin jî diyar kir ku divê rewşa ezmûnê serê karkeran tevlihev neke û wê ev têkildarî karê wan bi usûla testan bê kirin û tenê wê li gor divêtiyeke prosedurê bê kirin.