Jiyana wan li ser text û bizmarekî ye

img

NAVENDA NUÇEYAN - Karkerên înşaetê ji ber karê bê ewle dikin û di nava şertên bê ewle de dixebitin gelek ji wan jiyana xwe ij dest didin. Karkerên bê ewle û bê venêrtin li qatên jor kar dikin, jiyana wan li ser text û bizmarekî ye. Wêneyekî karkerên înşatê yê li Amedê ji qatê 6'an hatiye kişandin, nîşan dide ku karkerên înşatê di çi şert û mercan de û çiqas bê ewle kar dikin. 

Li gorî raporên bi rêk û pêk ên Kanûnê ya Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran her sal bi sedan karker ji ber şert û mercên bê ewle jiyana xwe ji dest didin. Herî zêde karkerên înşatê jiyana xwe ji dest didin. Karkerên ku divê li gorî pîvanên ewlehiya kar û tenduristiya karkeran bixebitin, ji ber bê venêrtinê karên gelek talûke dikin. Di wêneyekî ku li semta Ofîsê ya Amedê ji qatê 6'an ê înşaatekê hatiye kişandin, nîşan dide ku karker çiqas bê ewle û çiqas di nava talukeyê de kar dikin. Ji ber bê ewle, bê qûral, bê venertin û karkeriya taşeron karker jiyana wan bi text û bizmarekî ve girêdayî ye. Karkerê ku li ser qatê 6'an li ser textekî zirnoq bizmar dikute xuya dike ku çiqas li ser hevsengiyek pir zirak kar dike. Dîsa xuya dike ku di bin rîskek mezin de kar dike. Ev jî nîşan dide ku venêrtina kar nayê kirin û karker di bin şertên bê ewle de kar dikin. Ev bêtir rê li pêş qezayên kar vedike. 
 
DI MIJDARÊ DE 31 KARKERÊN ÎNŞATÊ JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Li gorî Rapora ÎSÎG'ê ya 1'ê Kanûna 2017'an, di meha mijdarê de herî kêm 170, di  11 mehan de jî herî kêm 1851 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di Meha mijdarê de tenê 31 karkerên înşaetê jiyana xwe ji dest dan.