Karkerên DHL Ekspressê 171 roj in di berxwedanê de ne

img
STENBOL - Karkerên DHL Ekspressê ji ber ku bûn endamên sendîkayê ji kar avêtin, 171 roj in di grevê de ne û dixwazin vegerin karê xwe. Serokê Giştî yê TUMTÎS'ê Kenan Ozturk, diyar kir ku divê ji mafên sendîkayê yên karkeran re hurmetê bidin nîşan.
 
9 karkerên DHL Ekspressê piştî bûn endamê Sendîkaya Karkerên Hemû Barkêşiyê (TUMTÎS), ew ji kar avêtin û 171 roj in di çalakiyê de ne. Karkerên ji kar avêtin îro li ber Miduryeta Giştî ya DHL'ê daxuyanî dan çapemeniyê.
 
Çalakiya ku berdevkên sendîkayan jî piştgirî da wan, pankarta "Dawî li qirkirina karkerên DHL Ekspressê û dijminahiya sendîkayê bînin" vekirin û dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin", "Karkerên ji kar avêtine bila bigirin kar" berz kirin.
 
Di çalakiyê de destpêkê Berdevkê Herêma Marmarayê yê Turk-Îşê Adnan Uyar axivî. Uyar da zanîn ku dê taşeronan bigirin kadroyê, lê KHK pirsgirêka taşeronan çareser nake û ev tişt got: "Meseleya ku digotin em ê hel bikin, 50 hezar hevrêyên me li derve man, ev tiştekî ne mirovî ye. Dîsa gotin ku em ê meseleyê hel bikin, 18 hezar hevrêyên me ji derveyê şertên îhaleyê man, ji ber wê negirtin kadroyên taşeronan. Heke behsa heq û edaletê bikin, divê mirov di warê rastî û edaletê de derfetên wan ên jiyanî hebin û divê şertên wanên xebatê bên sererastkirin, demek nêz de meseleya taşeronan çareser bikin."
 
'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN DAXWAZÊN KARKERAN’
 
Serokê TUMTÎS'ê Kenan Ozturk jî destnîşan kir ku hikumet bi daxuyaniyan zêdetir pesnê heqdestiya herî kêm dike û wekî ku gelekî zêde dide nîşan, lê rêjeya heyî gelekî di binê sînorê birçîbûnê de ye. Ozturk da zanîn ku 10 hezaran mirov ji derveyê sererastkirina taşeronî mane û wiha axivî: "Divê beyî ku cudahî bê kirin, hemû karker ji bo kadrotiyê bên girtin, em piştgiriyê didin vê."
 
Ozturk bang li karmendên DHL'ê jî kir û diyar kir ku ew ê nikaribin têkoşîna sendîkayê rawestînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê demek ji ya din zûtir karker dest bi karê xwe bikin û divê hurmetê nîşanê mafê sendîkayê bidin."
 
Piştî daxuyaniyê, karkeran bi dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" daxuyanî bi dawî kirin.