Serokê ZMO'yê Ûcaman: Ji bo çandiniyê gavine pratîk divê 2020-06-10 09:23:55 AMED - Serokê ZMO'yê Samed Ûcaman ku bal kiaşnd ser pirsgirêkên di warê çandinî û sewalvaniyê de, xwest gavine pratîk bên avêtin û got: "Çandinî tunebe jiyan jî tuneye. Divê liv û tevgereke bi vê bîrbiriyê hebe."    Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê (ZMO) a Amedê Samed Ûcaman, bal kişand ser pirsgirêkên di warê çandinî û sewalvaniyê yên dema şewba Covîd-19'yê de rû dan.   Ûcaman, got: "Gelek sektoran bandor ji şewba Covîdê girt. Lê belê tevdîrên hatine girtin çendî ku ji bo çareserkirinê bûn jî lê belê bandoreke mezin li qada çandiniyê kirine. Ji ber pêldariya di dowîzê de fiyetê gubre, derman û êm ji sedî 25-30 biha bûn. Ev jî bû sedem ku lêçûna cotkaran zêdetir bibe. Stokvanên keysperest jî hin rê û rêbazên din dixin dewrê. Divê di vî warî de tevdîr bên girtin. Tenê daxuyaniyan didin, lê hikûmet ji bo pratîkê tiştekî nake."    GIRÎNGIYA ÇANDINIYÊ     Ûcaman ku got "Çandinî tunebe jiyan jî tuneye. Divê liv û tevger bi vê bîrbiriyê be" û got: "Di vê serdemê de derket holê ku çandinî qadeke stratejîk e, lê mixabin bi vî awayî nêzî çandiniyê nebûn. Divê mirov bi girîngiya çandiniyê, hilberînê zanibe. Di vê serdemê de bi awayekî stratejîk tev bigerin. Div em bi gîringiya cotkariyê zanibin. Her wiha dibêjin ji bo cotkaran mazota bê OTV. Ji bo gubre, êm û dermanên çandiniyê divê destekên îsal rojek berî rojekê bên dayîn, divê plansaziya biakranîna arazî bê kirin."    Her wiha Ûcaman bal kişand ser qutkirina ceryana cotkaran jî û got, ev derbeyeke mezin e ku li hilberînê tê kirin. Ûcaman, anî ziman ku li bendê bûn ku fatûreyên ceryanê bên kêmkirin, lê ji dêvla w li gundan ceryan hatiye qutkirin û got: "Li 45 gundên navçeya Dêrik û QOser ên Mêrdînê ceryan hatiye qutkirin. Li vira cotkar li ser erdekî nêzî 500 hezar dekarî çandiniyê dikin, lê belê tişta dixuyê ew e ku tevdîr tenê di aleyha cotkaran de pêk tên."   MA / Lezgîn Akdenîz