Bi çinîna reşkeyan hemû tilî terikîn 2020-06-09 09:08:27 RIHA - Li Pirsûsê Zahîde Zeren ku rojê 11 saetan li nav erdên reşkeyan (kîmyon) bi 70 TL'yî kar dike, bal kişand ser şert û mercên zehmet ên kar û got: "Bi çinîna reşkeyê tiliyên me giş terikîne."    Li gundê Elîzer ê navçeya Pirsûs a Rihayê malbata Zeren li nav erdê reşkeyan (kîmyon) dişixule. Malbat ji serê sibehê heya êvarî li nav 15 donim erdê reşkeyan dişixule û heqedesta ferdekî bi 70 TL'yî ye.  Zahîde Zeren (35), anî ziman ku bi vî awayî debara xwe dikin û got, karê wan karekeî zehmet e lê ji emcbûrî dikin. Zeren ku got "Em heya êvarî bi van destên tazî reşkeyê berhev vedidirûn" bal kişand ser zehmetiya kar û got: "Tiliyên me giş terikîne. Di dema şewbê de hikûmetê digot 'me alîkariya ev qas kesî kiriye.' Tiştek ji me re nehatiye. Em ji sibehê heya êvarî li ber tavê dişixulin."    TENÊ 70 TL    Zeren, anî ziman ku ji 12 saliya xwe ve li nav erdan dişixule û got: "Ji wê çaxê ve di nav vê rezîliyê de me. Rojê 11 saetan dişixulim. Heqedesta min jî 70 TL ye. Niha tu nikarî bi vî perî kîloyek çay jî bikirî. Em serê sibehê saet di şeşan de tên. Heger tu neşixulî tu yê birçî bimînî. Em heya 6 û nîvê êvarî dilixulin. Gava em dişixulin wext tuneye em xwarinê jî bixwin. Em bi firingî û xiyarekî zikê xwe têr dikin."    Birayê wê Mahmût Zeren (60) jî anî ziman ku ev qas zehmetiyê dikişînin lê dîsa jî heqê wan bi dest wan nakeve. Zeren, diyar kir ku karê li nav erdan karekî pir zehmet e û got: "Mirov perîşan dibe. Hingî me reşke dirûtiye destê me hîn bûye. Piştî vê şewbê em bêtir perîşan bûn. Wekî din dahateke me yî em pêd ebara xwe bikin tuneye."