Polîsan mudaxiliyê karkeran kir û nêzî 40 kesan binçav kirin 2017-12-26 13:53:24 KOCAELÎ - Karkerên Posco Assan ên ji ber endamên sendîkayê bûn ji kar hatin avêtin, ji bo daxwazên xwe bînin ziman meşiyan Enqerêyê. Lê polîsan meş asteng kir  û nêzî 40 kesan bi erdêre kaş kirin û binçav kirin.  Li Kocaeliyê, karkerên Posco Assan ên ji ber endamên sendîkayê bûn ji kar hatin derxistin, ji nûnerên cihê kar xwestin ku belgeyên derxistina ji kar bidin wan. Karkerên ku 42 rojin daxwaza wan pêk nayê, li ber fabrîqeya taxa Alîkahya a Kocaeliyê kom bûn û xwestin bimeşin Enqerê. Parlamentera CHP’ê ya Kocaeliyê Fatma Kaplan Hurriyet jî piştgirî da karkeran.    NÊZÎ 40 KES BINÇAV KIRIN    Karkeran bi berzkirina dirûşmeya “ Sendîka mafe, nayê astengkirin” dest bi meşê kirin, lê polîsan meş asteng kirin. Karkeran di meşa xwe de israr kirin. Polîsan mudaxileyê meşê kirin û nêzî 40 kesan bi erdê re kaş kirin û binçav kirin. Polîsan parlamentera CHP’ê Fatma Kaplan Hurriyet jî, derp kirin.    Piştî karker hatin binçavkirin, Hurriyet daxuyanîk kurt da û wiha got: “Têkoşîna karkaran têkoşîna nane. Heya dawiyê em li pişt vê têkoşînê ne. Karker ne bi tenê ne.”