Beko: KHK'a taşeron li dijî makeqanûnê ye 2017-12-25 15:42:40 STENBOL - Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko bertek nîşanî sererastkirina taşeronî ya bi rêya KHK'ê da û ev tişt got: "Bi rêya KHK'an sererastkirina karkerên taşeronî li dijî makeqanûnê ye. Heta em komara taşeronî hilneweşînin dê têkoşîna me dewam bike." Ji bo kadrotiyê bidin karkerên taşeronî di çarçoveya Biryara Di Hukmê Qanûnî (KHK) ya bi hemara 696 qanûnek hat derxistin. Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bertek nîşanê qanûnê da. Daxuyanî li Navenda Gitşî ya li Bêşîktaşê hat dayîn û Lijneya Rêveberiya DÎSK'ê amade bû.   'LI DIJÎ MAKEQANÛNÊ YE'   Serokê Giştî Kanî Beko der barê KHK'an de axivî û ev tişt got: "Beyî ku TBMM'ê li ber çavan bigirin ev qanûn derxistin û ev li dijî qanûnê ye. Me bi karkerên taşeronî re bi hev re têkoşîn da û ev mesele anî rovej. Kadro ji bo hemû karkerên taşeronî wekî şîrê dayika wan helal e."   Beko destnîşan kir ku beyî ku nêrîna hemû sendîkayan, partiyên muxalîf ên li Meclisê li ber çavan bigirin, meseleya kadroya taşerontiyê bi lez û bez di nava xwe de çareser kirine û wiha pê de çû: "Muxatabê yekemîn sendîka ne. Bi mehan agahî xwestin lê tu agahî nedan wan. AKP bi van lîstokan rastiyan ji raya giştî vedişêre." Beko da zanîn ku KHK'a taşeronî hem di warê berfirehiya xwe û hem jî di warê şertên derbasbûna kadrotiyê de ne adil e û wiha axivî: "Dê karker muameleya çîna duyemîn re rû bi rû bimînin. Dê partîzanî û cudakarî zêde bibe. Ev xetereyek mezin e. Tê gotin ku dê li şaredariyan 450 hezar karker wekî kadro neyên girtin. Ev karker dê di şirketên herêmî de karker bimînin. Dîsa kesên di karê Teşebusa Îktîsatî ya Cemaweriyê (KÎT) û saziyên butçeyî yên taybet de dixebitin, dê ji derveyê vê bên hiştin."   Beko got ku dê lêgerîna li mafê xwe zehmet bibe û wiha pê de çû: "Ji ber ku bi KHK'a OHAL'ê sererastkirina kadroyê taşeronî derdixin, dê serlêdana Dadgeha Makeqanûnê zehmet bibe." Beko karkerên di qada cemawerî, sektora taybet û şaredariyan de dixebitin jî bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heta em komara taşeroniyê ji holê ranekin dê têkoşîna me dewam bike."