Li Amed û Wanê îxrackirina kedkaran şermezar kirin 2017-12-25 14:48:48 WAN/AMED – Li Amed û Wanê rêxistinên kedê, bi KHK’iya nû îxrackirina kedkarên cemaweriyê şermezar kirin.  Rêxistinên kedê yên li Wanê, bi KHK’iya nû îxrackirina kedkarên cemaweriyê bi civînek çapemeniyê şermezar kir. Civîn li avahiya Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Wanê hat lidarxistin û nûnerên DÎSK û KESK’ê beşdarî civînê bûn.    'HIQÛQÊ BINPÊ DIKIN’    Hevserokê Şaxa TUM BEL-SEN’ê ya Wanê Şukru Kaçici daxuyanî da û diyar kir ku bi weşandina KHK’a dawî re li Wanê 71 endamên TUM BEL-SEN’ê, 27 endamên Genel Îş’ê ya girêdayî DÎSK’ê, endamek SES’ê, endamek Egîtîm Sen’ê, 4 endamên BES’ê û 2 endamên DÎVES’ê hatin îxrackirin. Kaçici destnîşan kir ku di bin navê OHAL’ê de her cûre hiqûq tê binpêkirin û hemû sazî û dezgehên dewletê veguherandine tekane partiya dîktatoriyê.    'EM Ê BÊDENG NEBIN’    Kaçici di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em kedkar wisa pê bawer in dê tu sepandinên faşîzan nikaribe daxwaza kedê, demokrasiyê, aştî û azadiyê ya gelan bêdeng bike. Em ê xwedî li destkeftiyên xwe derbikevin û ji bo em destkeftiyên nû li ser van zêde bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li hemû sazî û dezgehan aligirê kedê, aştiyê û demokrasiyê ne dikin ku hêz bidin deng û hêza me.”    KEDKARÊN AMEDÊ: KINCÊN YEK RENG RÛMET ŞIKANDIN E   Platforam Şaxan a KESK’ê ya Amedê bi KHK’iya nû îxrackirina kedkarên cemaweriyê bi civîna çapemeniyê şermezar kir. Civîn li avahiya Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Hejmara 1’emîn a Amedê pêk hat û endam û rêveberên KESK’ê beşdarî civînê bûn.    Li ser navê KESK’ê Hevserokê Şaxa HABER-SEN’ê ya Amedê û Berdevkê Demî yê KESK’ê Saît Baran daxuyaniya hevpar xwend. Baran da zanîn ku KHK’iyan bingeha rejîma otorîter ava kiriye û got: “Bi rejîma OHAL û KHK’ê rêzikdanîn, birêvebirin û daraz di destekî de hatiye komkirin. Dewleta em lê dijîn hatiye rizandin. Ev dewlet tenê ji bo fermana qesrê derbasdar e. Dixwazin rejîmek nû înşa bikin. KHK’iyên tên weşandin ji bilî zerarê tu feydeyê li welat nakin. Ev KHK ên dawî hatin weşandin dê welat veguherînin gola xwînê û ‘şerê navxweyî’ derbixînin. Dixwazin bi sepandina ‘kincên yek reng’ jî rûmetê bidin şikandin.”