Odeya avahîsazan: Bila bi lez karê şantiyeyan bê rawestandin 2020-04-28 14:35:44   AMED -  Odeya Avahîsazan a  Amedê, diyar kir ku ji bo karkerên înşaetê tu tedbîr nayên girtin û xwest ji bo ewlehiya civakê û bajar xebata şantiyeyan bê rawestandin.    Şaxa Odeya Avahisazan a Amedê ya Girêdayî TMMOB'ê, bi sernavê “Ji bo tenduristiya civak û bajêr divê xebatên li şantiyeyan bê rawestandin" daxuyanî da. Odeyê diyar kir ku dema li bandora şewbê dinerin, dibînin ku polîtîkayên ekolojî talankirin û wêran kirine, bêtir li pey rantê ne û wiha got: "Sermayedar ji bo bêtir rantê bi dest bixin serî li hemû rê û rêbazan didin. Di pêvajoya şewbê de tedbir nayên girtin an jî kêm tên girtin. Ji ber vê yekê divê xebatên şantiyeyan bêne rawestandin.