Berjwendiyên patronan di ser her tiştî re ne 2020-04-24 09:02:01   STENBOL - Serokê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapi-Îş'ê Ozgur Karabûlût, anî ziman ku hin fîrmayên înşeatê ligel biryara qedexeya derketina derve bi hin destûrên taybet karkeran didin şixulandin û bertek nîşanî vê rewşê d: "Berjewendiyên patronan di ser her tştî re ye."    Di vê pêvajoya şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) de jî karker tên şixulandin û bi xetereyê re rû bi rû dimînin. Li gor rapora 11'ê Adarê û 10'ê Nîsanê ya Meclîsa Tenduristiya Karkern û Ewlehiya Karî (ÎSÎG) herî kêm li 159 kargehan testa 855 karkerî pozîtîf derketiye û 52 karker jî jiyana xwe ji dest dane.    Serokê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapi-Îş'ê Ozgur Karabûlût jî anî ziman ku di dawiya meha Adarê de li Stenbolê li nêzî 726 kargehan nêzî 16 hezar karker ji kar hatine derxistin û got, ev hejmar li seranserê Tirkiyeyê deh hezaran derbas kiriye. Karabûlût, diyar kir ku hê di destpêka şewbê de hişyarî kirine, lê belê dîsa jî li şantiyeyan karker li cem hev hatine şixulandin û paşê karker ji kar hatine derxistin û bêyî ku di warê tednuristiyî de bên kontrolkirin ew şandine malê. Karabûlût, got: "Bi vî awayî vîrûs li çar aliyê welêt belav kirin."    WEKÎ KU ÎSTIFA KIRIBIN NÎŞAN DIDIN    Karabûlût, diyar kir ku gelek karkerên ji kar hatine derxistin tazmînata wan jî nehatiye dayîn û got, wekî îstifa kiribin dane nîşandan. Karabûlût, destnîşan kir ku karkerên ku perê betaliyê negirtine jî hene û got: "Karkerên serî li sendîkaya me dan, em vê meseleya wan hel kir. Mixabin karker bêyî têkoşînê nikarin mafên xwe bi dest bixin."    Her wiha Karabûlût, anî ziman ku Wezareta Xizmetên Malbat, Xebat û Civakiyê piştî şewb dest pê kiriye kontrolkirin û teftîşkirin daye sekinandin.    ‘HEYA KU ÇERX BIZÎVIRIN WÊ MIRIN ÇÊBIBIN'    Karabûlût, anî ziman ku di van şertan de jî karker tên şixulandin û got, li şantiyeyên ku vîrûs hatine tespîtkirin hê jî karker tên şixulandin. Karabûlût, mirina Nûnerê Hêla Ewropayê yê Dev Yapi-Îş'ê Hasan Ogûz ku li şantiyeya Galataportê dişixulî û ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest daye bibîr xist. Karabûlût, got: "Li şantiyeya ku hevalê me Hasan Ogûz lê dişixulî di 4 kesan de vîrûs hatibû etspîtkirin, lê dîsa jî şantiyeyê karê xwe nedabû sekinandin. Piştî Hasan jiyana xwe ji dest da me çalakî li dar xistin. Ancax piştî van çalakiyan karê li şantiyeyê hat sekinandin. Heya çerx bizîvirin wê mirin jî çêbibin."    Her wiha Karabûlût, bal kişand ser tevdîrên li şantiyeyan jî û got, tevdîr baş nayên girtin û di bin navê "perwerdehiyê" de hin belgeyan bi karkeran didin îmzekirin. Karabûlût, destnîşan kir ku qedexeya derketina derve tê îlankirin lê belê li hin şantiyeyan hîn jî karker tên şixulandin û got: "Patron çi bixwazin îqtidar û nûnerên wê wî tiştî dikin. Mixabin ne qanûn an jî hiqûq, berjwendiyên patronan di ser her tiştî re ne."    TÊKOŞÎN JI BO JIYANÊ    Karabûlût, bang li karkerên hê jî tên şixulandin kir: "Heger tiştekî ji vîrûsê kujendetir hebe ew jî nerêxistinbûyîna me ye. Ji ber ku em xwe bi rêxistin nakin mirin li me tê ferzkirin. em dixwazin bijîn. Ji bo jiyanê ji xeynî bilindkirina têkoşînê tu rê li ber me tuneye."