6 karkerên jin bi şewba coronayê ketin 2020-04-18 09:03:22   STENBOL - Seroka Giştî ya Piştevaniya Karkerên Malê Gulhan Benlî, anî ziman ku 6 endamên wan di dema kar de bi şewbê ketine. Benlî, bang li hikûmetê kir û xwest pêdiviyên karkerên jin bên peydakirin.    Li Tirkiyeyê her diçe vîrûa coronayê (Covîd-19) jiyana mirovan zzehmetir dike. Yek ji derdora ku bandoreke neyînî ji şewba coronayê digire jî jinên ku rojana karên paqijiyê yên malan dikin. Seroka Giştî ya Sendîkaya Piştevaniyê ya Karkerên Malê Gulhan Benlî, behsa pirsgirêkên karkerên jin kur ku karên rojane yên malan dikin.    6 ENDAMÊN SENDÎKAYÊ BI ŞEWBÊ KETINE    Benlî, anî ziman ku 6 endamên sendîkaya wan bi şewba Covîd-19'yê ketine û got, ji ber ku enxweşxane tije ne endamên wan li malê tên etdawîkirin. Benlî, got: "Niha nêzî 15 roj in li malê di karantînayê de ne. Tedawiya wan bi rêya telefonê ya bi bijîşkan didome. Niha rewşa wan baş e."    Benlî, diyar kir ku bi şewbê re pirsgirêkên ku karkerên jin bi wan re rû bi rû dimînin zêdetir bûne û got, bi taybetî jî jinên ji bo kar li malan dimînin jî ji mafê xwe yê destûrgirtinê sûdê nagirin.    DERÎ LI SER WAN TÊ GIRTIN    Benlî, got: "Jinên li malan dimînin, ji bo dernekevin derve xwediyê malê derî li ser wan diqefilîne. Bi zorê wan di hundir de dihêlin. Bi şidetê r erû bi rû dimînin. Di vê rewşê de kardêr dixwazin xwe biparêzin û di dema şewbê de jî xizmeta wan bêkmasî be. Çimkî qaşo derketina jina ya derve wê şewbê bi xwe re bîne. Loma destûra heftane nadin jina û mudaxileyî jiyana wan dikin. Halbûkî endameke me, li malekê ji ber ku li jineke nexweş a bi şewbê ketibû mêze dikir, ew bi xwe jî bi şewbê ketiye."    Benlî, da zanîn ku di vê serdemê de gelek jinên karker ên karên malan dikin jî ji kar hatine derxistin û got, ev jinên ji kar hatine derxistin mêrên malê ji be rku pereyan naynin tahdê li wan dikin û ji wan re dibêjin "madem pere tuneye, derkeve biçe."    PAKÊTEKE TAYBET    Benlî, anî ziman ku li Tirkiyeyê hê jî jinên karên malan dikin derî qeydê tên şixulandin û bang li hikûmetê kir: "Qet nebe divê di vê dema şewbê de pêdiviyên wan bên peydakirin. Mixabin heya niah ji bo vê tiştek nehatiye kirin. Ji bo sermayeyê pakêtan aşkere dikin, bil ji bo jinên karên malan dikin jî pakêteke taybet amade aşkere bikin. Ji bo pêşî li şideta li ser karkerên jin bê, divê pêdiviyên wan ên aborî bên peydakirin."    MA / Semra Tûran