Şaredariya Sêrtê wê erdê xwe ji feqîran re biçîne 2020-04-14 16:28:30 SÊRT – Şaredariya Sêrtê dê li 20 donim erdê xwe ji bo malbatên feqîr çandiniya sebzeyan bike û li wan belav bike.   Şaredariya Sêrtê dê li taxa Kooperatîfê 20 donim erdê xwe veguherîne baxçeyê bostanan û ji bo malbatên feqîr çandiniya sebzeyan bike. Şaredariya Sêrtê di serdemek ku karê çandiniyê ji ber vîrûsa koronayê kêm bibe vê biryarê girt. Şaredarî wê li 20 donim erd çandiniya fasûlî, bamya, firîngî, xiyar û bacanê reş bike. Hevşaredarên Sêrtê li cihê wê çandinî were kirin lêkolîn pêk anîn û diyar kirin ku wê hilberînên jê bi dest bixin li malbatên pêdiviyê wan pê hene belav bikin.