‘Krîza aborî û şewbê nişanda ku AKP nikare welat birêve bibe’ 2020-04-13 09:18:33 MÊRSÎN – Serokê Şaxa Genel-Îş’ê ya Mêrsînê Kemal Goksoy diyar kir ku ji ber şewba vîrûsa koronayê hemû polîtîkayên îqtîdarê xetimîne û got: “Îqtîdara AKP’ê hem di serdema krîza aborî de hem jî di vê serdema şewbê de nikar welat birêve bibe.”  Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Giştî (Genel-Îş) a girêdayî Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Mêrsînê Kemal Goksoy pêvajoya krîza aborî û şewba koronayê nirxand.   ‘AKP NIKARE BIRÊVE BIBE’    Goksoy diyar kir ku îqtîdara AKP’ê hem di pêvajoya krîza aborî de û hem jî di vê pêvajoya şewba vîrusa koronayê de di polê de maye û got: “Ji krîza aborî bigire heta bobelaten erdhej û aşûtê û heta şewba koronayê tevdîr nehatin girtin. AKP xwe wek serkeftî nîşan dide. Lê dixwazin xelkê bixapînin. Îqtîdar di krîzê de ye. Guh nade pirsgirêkên gel û çareser nake. Xelkê mehkûmî mirinê kiriye. Di vê pêvajoya dijwar de a koronayê de ji derdê xelkê re nebûye çare. Polîtîkaya îqtîdarê ya li dijî koronayê dibe sedemê belavbûna koronayê û rê li ber mirinê vedike. Siberoja karker, kedkar, esnaf, cotkar û bindestan tune dihesibînin û îqtîdar guhê xwe nade daxwazên vana liyan. Li ser vê yekê jî feraseta yekperest a îqtîdarê piştevaniya şaredariyan jî asteng dike. “Îqtîdara AKP’ê hem di serdema krîza aborî de hem jî di vê serdema şewbê de nikar welat birêve bibe.”