'Bila hemî bajar daxilî nav piştgiriya ji bo çandiniyê bên kirin' 2020-04-08 09:03:40   AMED - Hikûmet tenê li 21 bajaran ji sedî 75 hîbeya çandiniyê dide. Serokê Odeya Çandiniyê ya Yenîşehîrê Suleyman Îskenderoglû, bertek nîşanî vê yekê da û got, divê lîste ji nû ve vê revîzekirin û bajar hemû daxilî nav bên kirin.    Rexneyên ji bo pakêta ku hikûmetê di çarçoveya tevdîrên li dijî vîrûsa coronayê de aşkere kiribû didomin. Di nav vê pakêtê de piştgiriya ji bo çandiniyê jî heye. Di vê çarçoveyê de Wezîrê Çandinî û Daristanan, ragihand ku ew ê di bin navê "PÊşxistina Hilberîna Nebatiyî" de li 21 bajaran jis edî 75 hîbeyê bidin. Ev bajar ev in; Aksaray, Kayserî, Kirikkale, Kirşehîr, Konya, Nevşehîr, Nîgde, Sêwaz, Yozgat, Çewlig, Agirî, Erzingan, Qers, Mûş, Samsûn, Tokat, Afyon, Ûşak, Semsûr û Çanakkale.    'MIN BAWER NEKIR MIN DU CARAN LI LÎSTEYÊ MÊZE KIR'    Serokê Odeya Çandiniyê ya Yenîşehîrê Suleyman Îskenderoglû, bertek nîşanî vê yekê da. Îskenderoglû, got: "Min bawer nekir ku Amed, Edene, Riha ne di nav de ne. Min got belkî min baş lê mêze nekiriye. Loma min careke din jî kontrol kir. Yek; kî ev lîste çawa û bi çi awayî amade kiriye, qadên çandiniyê çi ne, çi tên çandin, wê piştgiriya wê ya ji bo ekonomiya Tirkiyeyê çi be? Em dixwazin kesên ev lîste amade kirine vê yekê aşkere bikin. Paytextê nîskên sor, embara garis û miqarneyê Amed e. Çawa daxilî nav vê lîsteyê nehatiye kirin! Dmeildest divê ev lîste ji nû ve bê revîzekirin û hemû bajar daxilî nav bên kirin. Belê em qebûl dikin, dibe ku pere tunebe. Lê madem wisa ye dikaribûn piştgiriya tov a hîbeyê nekirina ji sedî 75, bikirana ji sedî 50'î an jî 40. Lê em dixwazin hemû bajar daxilî nav bên kirin."    'EM QEBÛL NAKIN'    Îskenderoglû, destnîşan kir ku di demên dawî de berên çandiniyê hatine bihakirin û got: "Di demên dawî de bi hinceta vîrûsa coronayê fiyetê gubre hatiye bihakirin. Ev nayê qebûlkirin. Wezareta Çandinê, Wezareta Bazirganiyê divê hesabê vê yekê ji fabrîkeyên gubre bipirse. Lîsteya piştgiriya ji bo tov tê aşkerekirin, lê belê bajarên ku herî zêde çandinî lê tên kirin di vê lîsteyê de tunene. Divê ev bê ravekirin. Em vê yekê qebûl nakin. Demildest divê ev lîste bê revîzekirin û Amed jî daxilî nav bê kirin."