'Wezîrê Tenduristiyê di navbera xebatkaran de cihêkariyê dike' 2020-04-05 09:07:10   EDENE - Rêvebirê Dev Saglik-Îş'ê Cûmalî Bolat, diyar kir ku vîrûsa coronayê cihêkariyê nake, lê belê Wezîrê Tenduristiyê di navbera kedkarên tenduristiyê de cihêkariyê dike. Bolat, xwest xebatkarên paqijiyê, nihêrvanên nexweşan, hemşîre û sekreterên tibbî yên di statuya 4-D'yê de jî daxilî statuya sermayeya veberhênaniyê bên kirin.    Rêvebirê Sendîkaya Karkerên Tenduristiyê ( Dev Saglik-Îş) Cûmalî Bolat, bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ya der barê sermayeya veberhênaniyê û xwest ew jî daxilî nav vê sermayeyê bên kirin.    XIZMETA TENDURISTIYÊ   Bolat, anî ziman ku Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, diyar kiriye ku wê ji 1'ê Nîsanê pê ve tahsîlata pêvekî ya sermayeya veberhênaniyê ya xebatkarên tenduristiyê ji sedî sed bê zêdekirin û got, ew dixwazin xebatkarên paqijiyê, nihêrvanên nexweşan, hemşîre û sekreterên tibbî jî yên di statuya 4-D'yê de daxilî nav vê tahsîlata pêvekî ya sermayeya veberhênanê bên kirin. Bolat, destnîşan kir ku divê Wezîrê Tenduristiyê demildest dev ji vê cihêkariyê berde û got: "Xizmeta tenduristiyê yekperçe ye. Tenduristî karê ekîbê ye. Em hemû xelekên zincîrekê ne. Divê hemû kesên di qada tenduristiyê de dixebitin, mafê wan heman maf be. Vîrûs cihêkariyê nake. Bi paqijker, nihêrvanê nexweşan, hemşîre û bijîşkan dikeve cihêkariyê nake. Em xebatkarên tenduristiyê yên di statuya 4-D'yê de di têkoşîna li dijî covîdê de li refa herî pêş in. Heger tiştek bê kirin, divê ji bo me jî bê kirin. Em vê yekê dixwazin."    Bolat, destnîşan kir ku li Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Çûkûrovayê di serwîsa Covîd-19'n de dixbite û got: "Wekî min gelek hevalên min, derûnya wan nebaş e. Em ditirsin ku em nexweşînê li derdora xw ebelav bikin. Ji ber vê derûniya me serobino bûye."    Bolat, diyar kir ku heya niha nehatine testkirin û kontrolkirin û got, niha nizane enfekte bûye yan na. Bolat, anî ziman ku wekî wî gelek xebatkarên tenduristiyê bi wesayîtên nav bajêr diçin û tên û got, tu wesayît tehsîsî wan nekirine. Bolat, bilêv kir ku ji bo wan otêl veqetandine, lê belê ji ber ku xwarina otêlê bi pereya naçe otêlê.    'ÎZOLASYONA CIVAKÎ TUNEYE'    Bolat, got: "Em diçin nexweşxaneyê, dixebitin. Piştî mesaî diqede me berdidin. Pirsgirêka mezin ev e. Ji bo me otêlek veqetandin. Ji me re gotin, 'ê ku dixwaze dikare biçe wir.' Lê nekirin mecbûrî. Ez bi wesayîtên nav bajêr diçim û têm. Heger ez enfekte bûbim, nexwe ez li wan kesên li wir jî belav dikim. Divê her tişt bi dîsîplîn be. Diviya ji me re bigotana 'Em ê mehekê we îzole bikin. Tu di serwîsa covîdê de dixebitî. Tu yê li vê otelê bimînî. Wê her tiştê we bê kirin. Tu yê bi vê wesayîtê biçî û bêyî. Em ê nehêlin tu biçî malê û nav civatê. Em ê mehek şûnde testa te bikin û 15 rojan destûrê bidin te. Wê komek din bixebite.' Bi vî awayî dikarin pêşî li ber vê şewbê bigirin."    MA / Hamdûllah Kesen