205 roj in li ber xwe dide 2017-12-20 09:32:40 DUZCE - Avahîsaz Alev Şahîn ku bi KHK’ê ji kar hat avêtin, di 30’yê Çileyê de dest bi çalakiyê kir. Şahîn 4 rojan li Duzceyê û 3 rojan jî li Kolan Yukselê ya Enqereyê çalakiya xwe berdewam dike. Şahîn ku du zivistanên xwe li derve derbas kirin, diyar kir ku di carekê de mirov dest bi berxwedanê dike. Avahîsaz Alev Şahîn di 6'ê Çileyê de bi biryara KHK'ê ji karê Miuûryeta Bajêr a Bajarvanî û Hawirdorê ya Duzceyê hat avêtin, ji 30'yê Çile û vir ve li ber xwe dide. Şahîn 4 rojên hefteyê li Duzce û 3 rojên din jî ji bo piştevaniya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça li Kolana Yukselê ya  Enqerê berxwedana xwe berdewam dike. Şahîn têkildarî çalakiya xwe ya bi tena serê xwe ku 205 roj in li Duzceyê berdewam dike axivî û diyar kir ku ew li bêdengiya li hemberî çalakiya xwe matmayî maye.      ‘QET BI TENÊ NAMÎNIM'   Şahîn, anî ziman ku ew dixwaze dengê xwe bigihîne kesên ku wê nabihîsin û wiha axivî: "Rojên destpêkê bi tenê bûm. Lê niha  ne bi tenê me. Hejmara kesên silav didin jî zêde bûne. Gelek dostên min ên berxwedêr hene. Çawan ku li Kolana Yukselê malbateke berxwedêr ava bû, me jî malbateke berxwedêr ava kir. Di serma û germahiyê de bi min re hevaltî kirin. Ên ku di termosan çay û di rojên baranî de jî sêwanan tînin hene. Bi kelecana roja destpêkê bi gel re çalakiya xwe berdewam dikim. Rêzdayînek mezin ji bo min tê dayîn."   ‘ÊRÎŞ PIŞTEVANIYÊ XURT DIKIN’   Şahîn, da zanîn ku 3 caran bi êrîşan re rû bi rû maye û ev tişt bi lêv kirin: "Hemû êrîş dibin kontrola polîsan de pêk hatin. Hemû êrîş piştevaniyê xurt dikin."  Şahîn, destnîşan kir ku ew endamê KESK, TMMOB'ê ye û wiha domand: "Lê li gorî tê xwestin piştgiriyê nadin min. Ez dibînim ku OHAL di mijiyê wan de bi cih bûye. Li vê derê derdorên çep kêm in. KESK û TMMOB'ê di rojên destpêkê ya çalakiya min de hatin daxuyanî dan. Lê di 205'an rojan de zêde wateya vê tune ye. Diviya bû me ev nobet bi hevre girtiba. Divê hîn zêdetir bikin."   5 HEZAR ÎMZE KOM KIR   Şahîn, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Ji bo paşve vegerim ser karê xwe, min dest bi kampanyaya îmzeyan kir. Heya niha 4 hezar û 500 îmze min kom kirin û teslîmê Komîsyona  OHAL'ê kir. Nefikirîbûm ku ez ê evqas îmze kom bikim. Ev îmze zêdetir dibin. Pêvajoyek huqûqî qet çê nebû. Komîsyonek ava kirin, ji bo pirsgirêkê ser xwe bavêjin. Rewşekê ku dixwazin berbelavî demê bikin heye. Hîna jî serok tê guhertin. Kî çi dike ne diyar e. Gava ku em ji kar avêtin, li encamê nefikirîn. Niha jî di nava revekê de ne. Ger komîsyon dest pê bike, divê destpêkê karê Nuriye û Semîh bide wan. Ji bo ku baweriya me bi edaletê were."   ‘DIVÊ EM OHAL’Ê JI SER XWE BAVÊJIN’   Şahîn, di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Çalakiya min  xwedî roleke dîrokî ye. Dîrok van pêvajoyan dinivîse. Berxwedana me jî dinivîse û yên bêdeng mane jî dinivîse. Berxwedan tiştekî bi mirov nade winda kirin. Tu carî faşîzm bi ser nakeve. Ji ber vê yekê divê êdî em OHAL'ê ji serê xwe bavêjin. Divê demildest em xwedî li berxwedêran û berxwedanê derbikevin. Ger li mala xwe rûnên jî bêguman faşîzm dê wan bibîne. Di dîroka cîhanê de ev wiha bûye. Em di rojên birçiyê serkeftinê de ne. Rojek zû yan dereng divê em serkeftinê diyarî gel bikin."    MA / Yasîn Kobulan