Berê bi kîsan kartol dikirîn, niha bi kîloyan 2017-12-17 09:10:57 COLEMÊRG - Li Gevera ku zivistanek dirêj û hişk derbas dibe gel ji bo xwarinê bi tonan kartoln distîne û dibêjin ku li navçeyê yên ji kartolan hez neke tune ye, lê ji ber ku buha ne nikarin bistînin.   Li navçeya Gevera Colemêrgê ya ku zivistanek dirêj û hişk derbas dibe, gel herî pir kartolan dixwe. Gel kartolên ku her dem ji bo zivistanê bê xwarin ji ber veşartina wan û hêla wan a ji bo başbûna tenduristiyê, bi torbeyan dikişînin malên xwe. Ev yek bi dehan sal in jî wisa berdewam dike. Gel kartolên ku distînin ji bo di zivistana dirêj û hişk de bixwin bi tonan di kîlerê de bi cih dikin. Ji ber qedexe û pevçûna li navçeyê, buhayên kartolann bûye du qat û gel wek berê nikare bistîne. Kartolên ku beriya pevçûn û qedexeya derve yek milyon ton dihat firotin niha ev ketiye heta 250 hezar tonî. Kartolên ku gel di baxçeyên xwe de jî diçandin ji ber liv û tevegerên qeyûm bê av man û gel nikare biçîne.    KARTOLÊN KU DERMANÊ ZIVISTANÊ NE JI SEDÎ SED BUHAYÊN WAN ZÊDE BÛN    Kartol bi piranî ji navçeya Exlat ya Bêdlîsê tên û li navenda navçeyê tên firotin. Zekî Kayayê ku ev 20 sal e kartol, pîvaz û keleman difiroşe anî ziman ku ji ber îsal buhayên kartola du qat zêde bûye gel nikare bistîne. Kaya diyar kir ku kartol di gelek xwarinan de tê bikaranîn û wiha berdewam kir; "Hê ku we kartol nestendiye divê ku hûn test bikin. Welatî çend kîlo distîne dibe mala xwe hem diqelîne hem jî sor dike. Dema ku biqelîne û av jê neyê, nexwe ew baş e. Lê ku av jê were û tehma şekir jê were gere ew neyê sitendin. Lewra ew kartol hîna nava zivistanê nediye wê xera bibe. Gelê ku kartolan bi çend kiloyan wiha test dikin piştî testê tên bi tonan distînin yan jî nastînin."   Kaya diyar kir ku ji ber aboriya gel nebaş e şûna tonan bi kîloyan kartol distînin û wiha axivî; "Hinceta wî jî şer û qedexeya ku li bajar pir berdewam kiriye. Li taxên ku hilweşiyane salên berê li baxçeyan bi tonan kartol dihat çandin. Lê niha baxçeyên wan ji ber xurde û bixuran ne cihê danînê ne. Li taxên din jî ji ber nebûna ceyran û avê welatî nikarin kartolan biçînin. Kartolên ku kîloya wan 1 TL bû niha bûye 2 TL. Ji sedî sed zêde bûne."   Welatiyên ku kartolan distînin jî bertek nîşanî buhayn kartolan dan û gotin ku bila buhayên wan daxistin, da dîsa malên xwe bi kartolan tije bikin.