Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê: Em diçin Enqereyê bi rengê spî bixemilînin 2020-03-03 15:37:13 STENBOL - Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê, têkildarî Mîtînga Spî ya bi boneya tundiya di qada tenduristiyê de bi dawî bibe di 15'ê Adarê de li Enqereyê li dar bixin daxuyanî dan û banga tevlêbûna mîtîngê kirin.  Rêxistinên pîşeyi yên tenduristiyê, têkildarî Mîtînga Spî ya di 15'ê Adarê de li dar bixin, li Odeya Tabîban a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê têkildarî mîtînga “Di tenduristiyê de li dijî tundiyê Mîtînga Spî" banga tevlêbûnê kirin. Nûnerên Sendîkaya Piştevaniya Yekîtî, TUMRAD DER, SES, Odeya Tabîban, Odeya Bêtaran, Odeya Dermanfiroşan, Odeya Hekimên Diranan, û Dev Sağlık-İşê tev li civinê bûn. Serokê Odeya Dermanfiroşan a Stenbolê Cenap Sarialîoglu, anî ziman ku di qada tenduristiyê de rastî tundiyê tên û wiha got: "Li tu welatî ew qas li dijî xebatkarên tenduristiyê tundî tune ye. Li tu derên cîhanê xizmetkarên tenduristiyê mafê hezaran kedkarên tenduristiyê nayê xwarin. Bi hinceta  "Lêpirsîna ewlehiyê" mafê wan ji destê wan nayê girtin. Li tu derên cîhanê xizmetkarên tenduristiyê nayên kuştin. Em li dijî vê tundiyê bang li her kesî dikin ku tev li mîtînga Spî ya 15'ê Adarê bibin. Ji bo mitînga Enqereyê em dê ji Bakirkoy, Mecidiyekoy û Kadikoyê kom bibin û bi maşîneyan biçin Enqereyê.