Ji bav û kalan ve gravyer û qaşar hildiberînin 2017-12-16 09:15:43 QERS – Malbata Koçûlû ku 5 nifş e li baneya ku li gund ava kirine penêrvaniyê dike, di baneya xwe de qaşar û gravyerê xasî Qersê hildiberîne. Malbatê got ku her diçe eleqeya ji bo penêrê gravyerî zêdetir dibe.  Li baneya li gundê Zavotê yê Qersê penêrê gravyerî (penêrê têrrûn) û qaşarê xasî Qersê tên hilberandin. Malbata Koçûlû ya 100 sal ber ji Tîflisa Gurcistanê hat Erdexanê û ji wir jî berê xwe da Qersê, 5 nifş e penêrvaniyê dike. Çagdaş Koçûlûyê ku niha penêrvaniyê dike, got ku dema malbata wî li Tiflîsê bûye jî penêrvanî dikir û 5 nifş e malbata wan vî karî dike. Koçûlû dest nîşan kir ku penêrê gravyerî yê tê çêkirin bi mezinahiya xwe wek tekelê wesayîtekê mezin e û kêmî 6 mehan naqede. Koçûlû ev tişt got: "Lê qaşar, piştî tê hilberandin 24 saet şûnde tê mezaxtin. Ji bo qaşar bibe 'qaşarê kevn' divê 120 roj derbas bibin."    'SALÊ EM 35 TON GRAVYER Û 200 TON JÎ QAŞAR HILDIBERÎNIN'    Koçûlû diyar kir ku ew li baneyê salê 35 ton penêrê gravyerî û 200 ton qaşar hildiberînin û ev agahî dan: "Em di mehên Gulan, Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê de penêrê gravyerî û qaşarê kevn û yê nû hildiberînin. Em di meha Îlonê de jî navberê didin hilberînê. Em ji Cotmehê heta Gulanê qaşarê teze hildiberînin." Koçûlû, diyar kir ku ew gravyer û qaşarê ku hildiberînin didin marketan, kirîgerên sîpraşê didin, kooperatîfên zexîreyî û hwd.    Koçûlû got ku wan van qazanên mezin ên di hundurê baneyê de ji Rûsyê aniye û wiha domand: "Qazanên ku ji tevlîheviya sifir, zêr û amêjenê hatine çêkirin 130 salî ne. Zengarî nabin, jehrî nakin û gravyerê di qazanên sifir de tê çêkirin çêjdartir e. Em sibeh û êvarî di van herdu qazanan de 6 heb gravyer çê dikin. Em li vê baneyê hem gravyer hem jî qaşar çê dikin. Gravyer û qaşar herdu jî xasî Qersê ne." Koçûlû got ku gravayer heta 4 salan jî dikare li refan bimîne û wiha got: "Ser gravyer kufnikî dibe û ev kufnik zuha dibe û bi vî awayî her diçe gravyer stewîntir dibe. Gravyer wek şerabê ye çi qas bimîne çêjdartir dibe. Çi qas kevn bibe ewqas çêjdartir dibe. Dema gravyer bê jêkirin divê di nav 6 mehan de bê qedandin."   ‘HER DIÇE DAXWAZA JI BO GRAVYER ZÊDETIR DIBE'    Koçûlû diyar kir ku ji bo penêrê gravyerî daxwazeke zêde heye û her ku mirov hay ji penêrê gravyerî çê dibin firotina wî jî zêdetir dibe û niha ew di ber re nagihên. Koçûlû got ku kîloya qaşarê berê 32 lîre, kîloya gravyer 55 lîre ye. Koçûlû anî ziman ku her çi qas karê wan zehmet be jî, ew ji karê xwe memnûn in.    Koçûlû wiha behsa gravyerê Qersê kir: "Şîrê ji çêlekan tê dotin herî dereng di nav saetekê de tê berhevkirin û li mandirayê tê komkirin. Sedema ku zû tê jî, berî ku gazên di nav şîr de bifirin û asîta şîr zêde bibe, divê şîr bi awayekî taze bê bikaranîn. Em vî şîrî dixin qazanan. Di 35 dereceyan de germ dikin û havên dixin navê. Ev jî 45 deqeyan dajo. Paşê em penêr bi amûrekî textîn perçe perçe dikin. Piştî perçekirinê 5 deqîqe şûnde em bi têla ku jê re dibêjin harbî careke din penêr perçe dikin û piştî ku penêr di nav ava xwe de dibe wek bulxur, em 2 saetan li hev dixin. Her ku penêr di nav ava xwe de dikele penêr hişktir dibe. Paşê em binî vêdixin û penêr dipijînin. Dereceya pijandinê di navbera 52-58'an de diçe û tê. Yanî li gor şîr dereceya pijandinê jî diguhere."    Koçûlû got ku piştî penêr çê dibe, ew penêr ji nav avê derdixînin û datînin ser dezgehan û ji bo ava wî dawerive ew li ser dezgeh di nav 2 saetan de 5 caran potikê penîr li ser diguherînin. Koçûlû got ku her ku ew potikê penêr diguherînin di navbera 100 kîlo û 2 ton û nîvan de penêr pesto dikin da ava wî tam dawerive. Koçûlû wiha domand: "Her cara potik tê guherandin pestokirin jî diguhere. 24 saetan li ser dezgeh dimîne. Piştî 24 saetan şûnde 7 rojan di nav aveke ku ji sedî 20 wê xwê ye dimîne. Piştî ji nav hawizê xwê tê derxistin, em wî dixin depoyê û mehekê li depoya germ tê sekinandin. Pişt re jî em wî dixin depoya cemidî û êdî çêjdar dibe. Li vir penêr 3 rojan tê qelabtin û xwêkirin û paşê em wê xwêyê jê dibin. Karê li vir jî nêzî 5 mehan didome. Yanî gravyerê ku îro bê çêkirin piştî 6 mehan şûnde ancax tê xwarin. Paşê heta 4 salan jî dikare di depoyên cemedê de bimîne."    MA / Mahmut Ruvanas