'Divê tecrîda li ser civakê bê şikandin' 2020-03-01 15:45:13   NAVENDA N ÛÇEYAN - Egîtîm Sen'ê li Peyasa Amedê Civîna Lijneya Giştî û li Mêrdîn û Şirnexê jî kongreyên xwe pêk anîn. Nûnerê Herêmê yê DÎSK'ê Şîrîn Gurbuz, diyar kir ku civak bi pergala kabileyê tê birêvebirin û wiha got: "Divê tecrîd û tundiya li ser civakê bi dawî bibe."      Şaxa Egîtîm Senê ya 2'emîn a Peyasa Amedê civîna 2'emîn a Lijneya Giştî li salonek dawetê li dar xist. Nûnerên rêxistin û saziyên civakî û endamên Egitim  Senê tev li civînê bûn. Civîn bi rêzgirtin û pêşandana sînevîzyonê dest pê kir. Di civînê de Hevserokê Şaxa 2'emîn a Egîtîm Sen'ê Recep Keskin, anî ziman ku dema AKP'ê ji 2 beşan pêk tê û wiha got: "AKP dema tarî derbas kir, lê niha ketiye dema zilmatê (Dema reş û tarî). AKP ne civakî ye.    Endama Meclîsa Jinan a KESK'ê Esra Hatipogullari jî anî ziman ku tundiya li ser jinan zêde bûye û sedema vê yekê qeyrana pergalê ye. Nûnerê Herêmê yê DÎSK'ê Şîrîn Gurbuz jî destnîşan kir ku civak bi pergala kabileyê tê birêvebirin û wiha got: "Divê tecrîd û tundiya li ser civakê bi dawî bibe."    Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan jî anî ziman ku hikûmet dixwaze her kes di emr û fermana wan de amade be û yên li gorî vê yekê tev nagerin zextan li ser wan zêde dikin.    MÊRDÎN    Şaxa Egîtîm Senê ya Mêrdînê jî 11'emin Kongreya xwe ya Asayî li Mala Mamosteyan a Mêrdînê pêk anîn. Gelek nûnerên parityên siyasî, rêxistinên civakî û Egîtîm Sen'ê beşdar bûn. Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Salih Kuday, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şewata li Grava Îmraliyê û wiha got: "Em bang li rayedaran dikin ku destûr bidin parêzer û malbat biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin.    Nûnera Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Mêrdînê Ceren Bilen, jî têkildarî 8'ê Adarê axivî û diyar kir ku destûr nadin tu kes têkoşîn asteng bikin û bitepisînin. Bilen bal kişand ser cînayetên jinan û da zanîn ku êdî tehamula wan tune ku jinek din bê kuştin.    Piştrî axaftinan rapor hatin xwendin û hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo rêveberiya Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Mêrdînê Hanim Ozgun, Yasemin Altunlî Derîn, Duygu Ozbay, Mustafa Bozan, Mahmut Kuzu, Anter Keleş û Îbrahim Yigit hatin hilbijartin.    ŞIRNEX    Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Şirnexê jî 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî li salona Konferansê ya Odeya Bazirganiyê ya Şirnexê pêk anî. Li vir jî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî û demokratîk amade bûn. Li salonê pankartên “Em li dijî tacîz û tecawiza zarokan dengê xwe bilind dikin" û “Li dijî xizanî, betalî û bêewlehiyê têkoşîna hevpar" vekirin. Li vir jî rêz hat girtin, sînevîzyon hatin pêşandan, rapor hatin xwendin û piştre hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de Adnan Şenbayrak, Serap Ok, Suat Demîroglu, Nizam Kaplan, Mehmet Kurt û Habip Gumuş  hatin hilbijartin.