Bihayê benzîn û motorînê zêde bû 2020-02-29 12:30:44 ENQERE - Di biryarnameya bi îmzeya Serokkomar Tayyîp Erdogan hat weşandin de, 15 quriş bihayê benzîn û motorînê zêde bû.  Bi biryarnameya Serokê Giştî yê AKP û Serokkomar Tayyîp Erdogan ku di saetên şevê de îmzekir re bihayê benzîn û motorînê hat zêdekiri. Ev biryar di Rojnameya Fermî de hat weşandin.   Bi vê biryarnameyê re, bihayê benzîn û motorînê 15 quriş giran bûn. Dirava lîtreya benzînê ji 2,3756’an derket 2,5265 qurişan û dirava lîtreya motorînê ji 1,9059’an derket 2,0550 qurişan. Li gorî vê dirava benzîn û motorînê ji sedî 6,31 bihayê wê zêde bû. Di vê kêliyê de, li Stenbolê lîtreya benzîn bi 6,63 TL’an tê firotin û lîtreya motorînê jî bi 6.27 TL’an tê firotin.     DI HEMA DERBASBÛYÎ DE JÎ ZEM HATIBÛ KIRIN   Di 29’ê Çileya 2020’an de jî 13 quriş zem hatibû kirin.