'Berpirsiyarê întiharan AKP ye' 2020-02-23 09:03:07 MÊRSÎN – Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên kedê bal kişandin ser întiharên ji ber krîa aborî ya li Tirkiyeyê pêk tên û gotin: "Întihar ne çareserî ye, çareserî berxwedan e." Di demên dawî de ji ber krîza aborî ya li Tirkiyeyê gelek kes întihar dikin. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstşkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) di sala 2018'an de 3 hezar û 161 kes întihar kirine.    Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên kedê yên li Mêrsînê, krîa aborî û întiharên pêk tên nirxandin.    ‘BERPIRSIYAR ÎQTÎDAR E'    Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Yilmaz Bozkûrt, anî ziman ku bi salan e krîza aborî bilêv dikin û got, berpirsiyar îqtîdar e.    Bozkûrt, anî ziman ku AKP ser krîzê digire û got, întiharên pêk tên di çapemeniya hewzê de cih nagirin. Bozkûrt, got: "Mirov hem dawî li jiyana xwe hem jî li jiyana malbata xwe tînin. Ev nayê qebûlkirin. Divê em pêşî li vê yekê bigirin. Krîz tesîrê li her kesî dike. Êdî mirov nikarin nanekî jî bibin mala xwe, nikarin li cihekî jî bihêwirin. Lê belê çapemenî vê yekê nîşan nade. Êdî ji bo çapemenî û îqtîdarê mirin ne tiştek e. Ji xwe hûn dibînin di çapemeniyê de kesên ji ber birçîbûn û hêjariyê dawî li jiyana xwe tînin dernayên. Eynê wekî kesên îro li Îdlîbê mirin. Mirovên mirine ên hêjar in. Me dît, di komcivîna AKP'ê de welatiyekî got, 'ez birçî me.' Lê ev jî di çapemeniyê de derneket. Întihar ne çareserî ye, çarserî berxwedana li dijî vê hêjariyê ye."    Serokê Şaxa Genel-Îş'ê Kemal Goksoy jî destnîşan kir ku berpirsiyarê vê rewşê îqtîdar e û got: "Mecbûr in pirsgirêkên aborî, perwerdehî û baweriyê hel bikin. Her wiha mecbûr in pirsgirêka kurd hel bikin. Lê îqtîdar çi dike, ji dêvla pirsgirêkê hel bike her tiştî qedexe dike. Me dît, pêşî qeyûm tayînkirin paşê peyva qeyûm qedexe kirin. Em dibêjin hêjarî heye, şer heye, lê radibin wê jî qedexe dikin. Bi qedexeyan tiştek safî nabe."    ‘KRÎZ DIBE SEDEMA BÊHÊVITIYÊ'    Serokê EMEP'a Mêrsînê Mehmet Taşçi jî destnîşan kir ku li ber çavê îqtîdarê her tişt baş e û got, dixwazin bi derewan ser her tiştî bigirin. Taşçi, destnîşan kir ku êdî miriv bi mirinê krîzê didin der û got: "Êdî mirov nikarin nan bibin mala xwe. Ev rewş mirovan ber bi bêçaretiyê ve dibe. Krîz, tesîrê li serî 90'ê vê civakê dike. Ji ber vê întihar pêk tên. Helbet ev ne çareserî ye. Divê em li hemberî krîzê xwe bi rêxistin bikin. Mirin ne di xema îqtîdarê de ye. Li gor wan sedemên van mirinan tiştekî din e. Halbûkî bi temamî ji ber krîzê ye."    ‘BERPIRSIYAR ÎQTÎDAR E'    Hevserokê HDP'a Mêrsînê Mehmet Aliş jî destnîşan kir ku krîza aborî dibe sedema mirinê û îqtîdar ji bo ser van mirina bigire manîpule dike û got: "Îqtîdar ji bo li ser piya bisekine ser van mirina digire. Em dizanin çavkaniyên welêt pêşkeşî qadên rantê dikin. Ji ber vvê mirov dikevin nav pencikên krîza aborî. Întiharên pêk tên nîşan didin ku êdî welat nayê birêvebirin. Berpisiyarê van mirinan îqtîdar e."    Endama Malên Gel Aycan Ozkan jî destnîşan kir ku krîza aborî kûr bûye û got, mirov ji ber vê întihar dikin. Ozkan, diyar kir ku hema bêje mirov êdî ji ber vê rewşê îqtîdarê bi întiharan ceza dikin.    MA / Ergîn Çaglar