Hindik maye esnafên xana dîrokî jî dikanên xwe bigirin 2017-12-15 09:21:00 BEDLÎS – Esanfên Xana Zulfîkar Ogûllari ya Bedlîsê ji ber krîza aborî hew maye dikanên xwe bigirin. Seyîthan Şenol ku zêdeyî 20 salan e li xanê esnaftiyê dike, got ku cara ewil e ku ew bi krîzeke wisa mezin re rû bi rû mane.  Esnafên Xana Zulfîkar Ogûllari ya Bedlîsê ji ber krîza aborî hew mane dikanên xwe bigirin. Esnafên ku êdî nikarin heqê kirêya xwe jî bidin, ji ber krîzê ji neçarî kesên li cem wan dixebitin ji kar derdixin.    ‘JI BER KRÎZÊ ME KARKER DERXISTIN'    Yek ji esnafên herî kevn ê xanê Seyîthan Şenolê 58 salî, 20 sal in li hundurê xanê terzîtiyê dike. Şenol anî ziman ku 20 sal in ew esnaftiyê dike lê cara ewil ew bi rewşeke wisa xerab re rû bir û dimîne. Şenol, got ku ji ber krîza aborî heta niha wî 4 karkerên li cem xwe ji neçarî ji kar derxistiye.    ‘HEKE WISA BIDOME EM Ê DIKANÊ BIGIRIN'    Şenol diyar kir ku hema bêje esnaftî li ber qedandinê ye û ev tişt gotin: "Di demên dawî de li van deran koçberî û betalî çê dibe, ev yek bandorê li me dike. Ji ber karê mirovan tune ye kes nayê cem me. Hema bêje hemû roja xwe di qehwexaneyan de derbas dikin. Heke wisa bidome di demeke nêz de em ê jî dikanên xwe bigirin. Berê tiştekî wisa tune bû. Sala çûyîn qumaşê ku me metreya wî bi 30 lîreyî distand, niha bûye 60 lîre. Kesên li vir bi salan esnaftî dikirin dikanên xwe girtin û çûn. Ditirsim em ê jî wisa bikin."    Esnafê bi navê Îshak Tore jî, nêzî 50 sal in li xanê bandan, CD'yan û telefonan difiroşe. Tore, got ku ew xizmên xwe bi salan e vî karî dikin û dikana wî bi qasî dîroka xanê kevn e.    Tore iyar kir ku îsal karê wan qet nebaş e û ev demeke dirêj e ku kes ber bi wî ve nehatiye. Tore ev tişt gotin: "Hindik maye karê me jî biqede. Kî devê xwe vebike qala betaliyê dike. Ji ber vê rewşê êdî em nikarin tiştekî jî bikirin. Piraniya tiştan bi dolaran e û niha buhayê hemûyan du qat zêde bûye. Hema bêje kar nemaye. Qediyaye. Em ê çawa li ser piyan bisekinin nizanim. Em ê çi qasî li hemberî vê krîzê li ber xwe bidin nizanim."    MA / Seda Taşkın