Ka ne tê firotin û ne tê kirîn 2017-12-14 10:03:42 QERS – Firoşkarên kayê ku ji Riha, Amed, Êlih û Mêrdînê kayê dibin hêla Qers, Agirî û Erdexanê ji ber bihabûna kayê di destê wan de dimîne. Medet Kuzgun ê ku kayê difiroşe got ku bihabûna sotemeniyê li ser wan jî bandorek neyînî dike.  Li bajarên herêma Serhedê Qers, Agirî, Îdir, Erdexan û gelek bajarên din karê sereke sewalkariye. Welatî bi xwedîkirina sewalan debara xwe dikin. Li vê heremê ka kêm û firoşkarên kayê ji Riha, Mêrdîn, Amed û Êlihê kayê dibin Serhedê û difiroşin. Lê ji ber bihabûna sotemeniyê ango bihayê mazotê ji 5 TL’yî derbas bû bandorek neyînî li ser bazirganiya kayê jî dike. Firoşkarên kayê kîlo bi 1 TL’iyek difiroşin û ji ber ku nikarin mişteriyan bibînin ka di destê wan de dimîne.    Firoşkarê kayê Medet Kuzgun destnîşan kir ku ev hefteyeke di sir û seqemê de li benda firotina kaya di destê xwe de ye û got: “Xwedê dizane ez ê hêj çend hefte li vir li benda firotina kayê bisekinim. Ka firoşên ji mehekê bêtir e li van deran sekinîne hene.”    ‘DEMA MAZOT BIHA DIBE KA JÎ BIHA DIBE’    Kuzgun diyar kir ku ji Amedê kayê aniye Bazara Kayê ya Qersê û wiha dewam kir: “Mazot ji 5 TL’yî bihûriye. Girêdayî vê yekê kîlo kayê jî ji 1 TL’iyekî tê firotin. Ji ber ka bihaye kes nastîne. Bihayê kayê gelek bihaye. Heke ku bihayê mazotê dakeve dê ka jî erzan bibe. Em daxwaz dikin ku bihayê mazotê kêm bikin.”    ‘BI ROJANE MIN MALBATA XWE NEDÎTIYE’   Kuzgun anî ziman ku ji ber cihek mîna depoyê nîne barê wan bi hefteyan di wesayîtê de dimîne û wiha axivî: “Li vir cihek wek depo hebûya me yê kaya xwe têde bicih bikira û em li ber hewa sar nedisekinîn. Bi hefteya kaya me li ser pişta kamyonê dimîne. Bila ji vê pirsgirêkê re çareserî bê dîtin. Bi rajane min zarok û malbata xwe ne dîtiye. Heke ku pirsgirêka debarê tunebûya min karê kayê nedikir.”    MA / Mahmut Ruvanas