Esnafên Çarşiya Tûrîstîkê dikanên xwe digirin! 2020-01-24 09:05:41   DÎLOK – Li Çarşiya Tûrîstîkê, ji ber bizavdariya di kûra dowîzî de, gelek esnaf bêyî serfetih berê xwe didin malê. Her wiha heta niha gelek esnafan jî dikanên xwe girtiye.    Li Taxa Karagoz a navçeya navendî Şahînbey a Dîlokê, esnafên Çarşiya Tûrîstîkê dikanên xwe digirin. Esnafên ku amûrên teknnolojiyê li gor kûra dowîzî dikirin, ji ber bizavdariya di kûra dowîzî de nikarin amûrên xwe bifiroşin. Esnaf Seyfettîn Yildiz, diyar kir ku heta niha 12 esnafan dikanên xwe girtine.    DIKANÊN XWE DIGIRIN    Yildiz, anî ziman ku rewşa aboriyê qet nebaş e û got, 2 sal in rewşa Çarşiya Tûrîstîkê pir xirab bûye û niha esnafên çarşiyê yeko yeko dikanên xwe difiroşin. Yildiz, da zanîn ku di 2 salên dawî de 12 esnafan jî dikanên xwe girtine û got: "Roj heye em serfetihê jî nakin. Pereyê bi dest me dikeve jî ancax têra lêçûnên me yên rojane dike. Niha em ji bêrîka xwe dixwin. Em sebr dikin, em dibên belkî baş bibe. Ya na jê ji zûvde min firotibû. Bi zêdebûna dolar re her tişt 2 qat zêde bûne. Ji ber vê yekê rewşa karê me qet nebaş e".   Esnaf Şahîn Demîr jî diyar kir ku heta 4 sal berê jî mirov bi rihetî dikaribûn telefonan bikirin, lê belê niha ji ber betaliyê pere bi mirovan re nemaye. Demîr, destnîşan kir ku bazirganî rawestiyaye û got: "4 sal berê me rojê 9-10 telefon difirotin. Wê çaxê rewşa me baş bû. Lê niha roj heye em serfetihê jî nakin. Rojê ancax em telefonekê an jî du telefonan difiroşin. Û ne mimkun e mirov bi vî perî debara xwe bike. Dikan bikirê ye, lêçûnên me hene. Bi zorê em xwe digihînin serê mehê".