KESK: Divê komîsyona OHAL'ê bê belavkirin 2020-01-23 16:08:35   ENQERE – Hevseroka KESK'ê Aysun Gezen, bal kişand ser pirsgirêkên mexdûrê KHK'ê û xwest komîsyona OHAL'ê ya wekî perçeyekî îqtîdarê kar dike bê betalkirin.    Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), der barê rewşa mexdûrên KHK'ê û Komîsyona OHAL'ê ya di 26'ê Kanûna 2019'an de wextê erka wan hatibû dirêjkirin civîna çapemeniyê li dar xist. Nûnerên sendîkayên girêdayî KESK'ê li Yekîtiya Mulkiyeyan kom bûn û li vir daxuyanî dan. Hevserokên KESK'ê Mehmet Bozgeyik û Aysun Gezen, Parlamenterên HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu, Huseyin Kaçmaz, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Yildirim Kaya, Akademîsyen Cenk Yigiter amade bûn. Beriya civînê der barê jiyana mexdûrên KHK'ê de sinevîzyonek hat pêşandan. Hevseroka KESK'ê Aysun Gezen, anî ziman ku bi KHK'ê ya di dema OHAL'ê de xala 15'an a ku mafê azadiyê yên bingehîn hatiye îhlalkirin. Gezen, bal kişand ser pirsgirêkên mexdûrê KHK'ê û xwest komîsyona OHAL'ê ya wekî perçeyekî îqtîdarê kar dike bê betalkirin.    Cîgirê Serokê CHP'ê Yildirim Kaya jî anî ziman ku derdê AKP'ê ne têkoşîna li dijî FETO ye û wiha got: "Derdê wê êrîşa muxalifan en."    Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlioglu jî xwest ne tenê KESK hemû kes bertek nîşanî vê komîsyonê bide û got: "Mirov nizanin çima hatine îxrackirin. Ev ne tenê îxrackirin e. Dewletê ew mahkûmî mirina sivîl kirin."    Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Oztürk Turkdogan jî anî ziman ku rewşa hiqûqî li holê tune û wiha got: "Bi keyfî KHK derxistin. Niha her kes hatiye deqkirin. Hûn çima vê zilmê li mirovan dikin? KESK ji bo têkoşîna demokrasiyê dide di bin zextan de ye."