Kiliç 30 rojin di çalakiyê de ye 2017-12-12 12:38:58 ÎZMÎR - Karker Mahîr Kiliç ê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîr hat avêtin, 30 roj in di greva bîrçîbûnê de. Kiliç her ku diçe pirsgirêka tansiyonê dijî û got dê têkoşîna xwe bidomîne.   Mahîr Kiliç ji ber ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê doz vekir ji kar hat avêrtin. Kiliç ji bo vegere ser karê xwe dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û çalakiya wî di roja 30’emîn de dom kir. Kiliç ku meheke greva birçîbûnê de, ji 81 kîlo daket 74 kîloyî. Kiliç, diyar kir ku pirsgirêka tansiyonê dijî, lê bi hemû hêz û biryardariya xwe dê berxwedana xwe heya dawiyê bidomîne.      Kiliç, anî ziman ku hevalên wî ji bo karê wî paşve bidin dest bi kampanyaya îmzeyan kirin û wiha bi dawî kir: “Hevalên min dinava  du rojan de nêzî 500 îmze kom kirin. Ez hêvî dikim ku hemû kesên bêheq û bêhiqûq ji kar hatine avêtin karê wan paşve bidin wan.”