'Ne bac, xeracê ji me digirin' 2020-01-23 09:11:40 WAN - Li Wanê welatiyên ku ji ber buhabûna fiyetê ceryan û gaza xwezayî nikarin fatûreyên xwe bidin gotin: "Ne bac, xeracê ji me digirin".  Waniyan bal kişand ser krîza aborî û gotin, hingî ceryan û gaza xwezayî buha bûye êdî nikarin heqê fatûreyên xwe jî bidin. Şakîr Ergînogûz, bal kişand ser reqamên fatûreyan ûg ot, ew kesekî teqawidbûyî ye û hewl dide bi vî emaşî debara 3 malbatan bike. Ergînogûz, anî ziman ku ew fatûreyên du kurên xwe yên betal jî dide û got: "Bi vî meaşî li sê malan dinerim. Lê nikarim heqê kirêya xwe jî bidim. Kirêya xanî, ceryan, gaza xwezayî û av bi giştî hezar û 600 TL ye. Min 120 TL heqê ceryanê da. Nîviyê wê bac e. Gel perîşan bûye, kes naşoxule, her kes betal e. Ji xwe rewşa dewlemendan diyar e, lê belê ên feqîr nikarin nanekî jî bibin mala xwe.    Şevket Irmak jî anî ziman ku heger rojekê jî bi ser fatûreya wan bikeve ceryana wan tê qutkirin û got: "Min 150 TL heqê ceryanê da. Li mala min tenê sarinc û heftê carekê jî cilşo tê xebatiandin. Taxa lê me gaza xwezayî lê tuneye. Lê min tonek komir kirî, bi 5 hezar TL'yî. Min komir jî bi teqsîtan kirî. Lê hê jî deynê komira par li min e. Ji ber ku daheteke min î ji cihekî bê tuneye, mecbûrî bi deynan debara xwe dikim".    'MIN 395 TL DA HEQÊ CERYANÊ'    Ajovanê otobêsê Yûsûf Kaplan, diyar kir ku vê mehê 395 TL heqê ceryanê daye û got: "Îsal ez û zarokên xwe em ê di sermayêd e rakevin. Li mala min gaza xwezayî tuneye. Lê min tonek komir tenê kiriye. Ez çi bêjim jî vala ye. Kes guh nade derdê me".    'NE BAC E, XERACÊ JI ME DIGIRIN'    Cahîn Cancan jî 120 TL heqê ceryanê daye û got: "Çima rojekê bi ser ket ceryana min qut kirin. Paşê jî 30 TL heqê vekirinê ji me distînin. Tenê şartêlê radike, 30 TL'yî dide. Ev ne bac e, ev xerac e û nelirêtî ye. Em vê yekê qebûl nakin".    ‘BERÊ KESEKÎ DIKARIBÛ DEBARA 4 MALBATAN BIKE'    Abdûllah Îşnal jî anî ziman ku li aşxaneyekê dixebite û meha wî bi hezar û 200 TL'yî ye. Îşnal, diyar kir ku her meh herî kêm fatûreya ceryanê 150 TL tê. Îşnal, ji ber nikare hqeê fatûreyê bide salê çend caran ceryana wî tê qutkirin û got: "Berê kesek tenê dixebitî debara 4 malan dikir, lê niha kesek dixebite nikare debara 4 kesan bike. 20 sal in bêsîgorte dixebitim. 7 zarokên min hene û 5 jê diçin dibistanê".